Emerîkayê daxwaz Tirkiyê bo beşdarîkirina artêşa azad di Devera Aram de red kirîye.
Ajansa Blombêrg, di derbarê pêkanîna Devera Aram de, ji zarê dû berpirsên Tirkiyê veguhaztîye, ku di destpêkê de, Emerîka û Tirkiye kar li ser kurahîya 15 Km li bakura rojhlata Sûriyê dikin û divê di ayînde de ew rûber kûrtir bibe; eger na wê demê Tirkiyê derbazî rojhlata Firatê dê bibe.
Li gor wan berpirsên Tirkiyê, Emerîkayê hêj rê ne daye Tirkiyê frokeyên şer li Asmanê wê Devera Aram bikar bihîne. Herweha pêşnyaza Tirkiyê bo beşdarîkirina çekdarên dijberîya Suriyê di wê deverê de hatîye red kirin.
Herweha Aşkere kirine, ku Tirkiyê daxwaz kirîye hejmara serbazên wê li devera aram gelek be, lê Emerîkayê ew yek jî red kirîye û gotye li beramberî her dû serbazên Tirkiyê wê serbazeke Emerîkayî hebe.