Herçar dorên Başûrê Kurdistan bi dijminan dorpêçkirî ye. Qedera Başûrê Kurdistan bi vê dorpêçê ve girêdayî ye. Heta ku ev dorpêç neyê şikenandin, şensê kurdan ku bikaribin li ser axa xwe azad bijîn pir zeîfe. Ji ber ku ev herçar dijmin bi hev re tevdigerin û li hember destkevtinên kurdan xwedî yek helwestin. Ji van dijminên kurdan, Tirkîye û Îran wek du aktorên herêmê tevdigerin û li henber tevgera Kurd û destkevtinên Kurdistan xwedî stratejîyek hevparin.
Ji bona şikenandina bandora Îran li Rojhilata Naverast, her helwest di berjewendîyên Kurd û Kurdistan de ye. Zeîfkirin, an jî şikenandina hebûna van herdu aktorên herêmê (Tirkîye û îran), perçebûna stratejîya dijminane a ser Kurdistan bi xwe ye.
Amerîka, li herêmê ji bona şikenandina bandora Îran di hewlek siyasî, aborî û leşkerî de ye. Ev hewl, destpêkê bi pêşîlêgirtina berjewendîyên Îran yên aborî, dadikeve qada astengkirina Îran. Ev hewlên Amerîka wê têkilîyên Başûrê Kurdistan yên bazirganî bi Îran re têxe bin metirsîyê. Ji ber ku Başûrê Kurdistan û İraq ji Îran re derîyekî bezirganî-aborî ya girînge. Hewlên li henber vî derîyê aborî, wê bandora xwe li ser Başûrê Kurdistan û bezirganên herêmê jî bike. Ev têkilîyên bezirganî yên İraq û Başûrê Kurdistan bi Îran re, ji bona hewlên Amerîka bandorek neyênî derdixe holê. Di virde a girîng ewe ku Kurd ne li gor hesabên piçûk û dahatên bezirganî , li angora dorpêça ser Kurdistan û rolê Îran rawestin. Li gor stratejîya netewî a Kurd û Kurdistan di vî şerî de cîh bigirin. Kurd bi ti şîweyî nikarin li gor berjewendîyên wan aktorên herêmê yên dijminên Kurd û Kurdistan tevbigerin. Ji ber ku berjewendîyên pêşeroja netewa Kurd û Kurdistan, ne di parastina rolê van aktorên dijminên Kurdistan de ye. Divê van têkilîyan erzan nenirxînin û bi hesabên mezin cîhê xwe eşkere bikin. Ev jî garantîya serxwebûna Kurdistan e.
Garantîya serxwebûna Kurdistan û parastina destkevtinên Kurd û Kurdistan di helwestek netewî û hevgirtî re derbas dibe. Emerîka baş dizane ku Kurd xwedî hêzek cidî û xwedî bandorin. A girîng ewe ku ev bandor û cidîyeta tevgera Kurd û Kurdistan nebe qurbana berjewendîyên piçûk, hizbî û têkilîyên bezirganî bi Îran û Tirkîye re. Rastîya her hesab û danûstendinan bi Emerîka û hevalbendên wê re, divê li angora garantîkirina serxwebûna Kurdistan û piştgirîya van hewlan bêt nirxandin. Eger ev garantî neyê dan, divê Kurd xwe ji agirê herêmê biparêzin. Ji ber ku şer wê bi her haweyî liser axa Kurdistan bimeşe û wê bandorek neyênî li ser Kurd û Kurdistan bike. Hinbêzkirina vê bandora neyênî, divê hêjayî erêkirina hewlên Emerîka û hevalbendên wê be.
Divê Kurd li herçar perçên Kurdistan Cidîyeta Emerîka baş binirxînin. Tekilîyan li angora vê cidîyetê bimeşînin. Bizanibin ku Emerîka li angora berjewendîyên xwe tevdigere. A girîng ewe ku di van berjewendîyan de cîhê doza Kurd û Kurdistan çi ye û li ku ye? Ev jî bi hevpeymanan têt garantî kirin. Hin hêzên Rojhilatê Kurdistan, hin hêzên Rojavayê Kurdistan û hin Başûrê Kurdistan divê van têkilîyan li gor esasên berjewendîyên netewa Kurd û Kurdistan têxin bin garantîyê. Ev, carek di dema referandûma serxwebûna Kurdistan de derket ber me ku, bi paymanan nekeve bin ewletî û nebit temînat ti wateya piştgirîya Emerîka nîne.
Hewlên Emerîka û hevalbendên wan yên tevdegerîna şikenandina bandora Îran yên siyasî, aborî û leşkerî, ji bona pêşeroja Kurd û Kurdistan pir girînge. Divê di vir de Kurd û hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistan pir şiyar bin. Hêzên çar beşên Kurdistan, divê li angora berjewendîyên Kurd û Kurdistan bi hev re xwedî yekhelwest bin ku, li henber bandorên erînî û neyênî berjewendî nekevin bin metirsîyê. Ji berjewendîyên hizbî û hesabên piçûk dûr bisekinin.
Divê helwesta tevgera Rojhilatê Kurdistan di navxwe de hevgirtî, bi Başûrê Kurdistan re di nav têkilî de, li gor berjewendîyên pêşeroja Kurdistan bên nirxandin û Başûrê Kurdistan ji Rojhilatê Kurdistan re alîkar be û nebe asteng.
Rewşa Îran ketîye bin bandorek xerab. Di nav aborîya cîhanî de rewşa Îran roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe. bûhaya diravên Îran ketîye asta ku kesek naxwaze di bezirganîya cîhanê de bikarbîne.
Ji ber helwesta Tirkîye li henber helwesta Emerîka a li dijî Îran, diravên Tirkîye jî ketîye bin bandorê û roj bi roj aborîya Tirkîye ber bi hilweşandinê ve diçe. Zeîfbûna van herdû aktorên herêmê ji Kurdan re mizgînîya pêşerojek nû ye. Ev jî, bi carekê de bi rewşa siyasetmedarên Kurd, rewşenbîrên Kurd û aktorên Kurd yên bezirganî ve girêdayî ye.
Tiştek ne garantîye. Her tişt li gor berjewendî û têkilîyên ewletî netîceyên baş bi xwe re tîne. Eger aktorên siyaseta Kurd û Kurdistan di nav van alozî û metirsîyên pêşerojê de hevgirtî û yekhelwest tevbigerin, pêşeroj a Kurd û Kurdistan e.