Emerîka û HSDê li Kobanê dest bi gera çavdêriyê kir

Li gor nûçeya Syrian Civil Map ku xwe dispêre pontpost.comê, Emerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser sînorê Tirkiyê û Kobanê, dest bi gera çavdêriyê kir.

Piştî êrîş û gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Emerîka ragihandibû ku ev ji van li û tevgerên ku rageşiyan zêdetir dike dilgiran in bi taybetî ku hêzên Emerîkî jî li wê herêmê ye û hem digel HDS ê hem jî digel Tirkiyê di nav danûstandinan de bo kêmkirina rageşiyê.

Hatibû ragihandin doh êvarê di navbera Erdogan û Trump de peywendiyeke telefonî hat encamdan. Di peywendiya telefonî de li ser mijarên dualî, pêşhateyên Sûriyê û li ser Minbic û Idlibê gotûbêj hatiye kirin.

Piştî peywendiya telefonî ya Erdogan û Trump, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusi Akar ragihand ku leşkerên Tirkiye û Amerîkayê li bajarê Minbicê dest bi encamdana dewriyeya hevbeş kirine.

Li aliyekî din Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino ragihand ku derbarê bombebarankirina Sûriye û aramkirina rewşê de rayedarên payebilind ên Wezareta Derve ya Amerîkayê li gel rayedarên Tirkiyê gotûbêj kirine.

Herwiha hat gotin ku Emerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser sînorê Tirkiyê û Kobanê, dest bi gera çavdêriyê kiriye û piştî vê yekê, êrîşên artêşa Tirk sekiniye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin