Emerîkayê di derbarê Minbicê de daxuyanî da

Berdeveka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got, piştgiriya “mekanîzmaya ji bo rêya hevkirinê li Minbicê pêk bîne” dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Brûkselê hevdîtinek pêk anîn.

 

Mevlut Çavuşoglu piştî civînê diyar kir ku wan ser nexşeya rêya derbarê Minbicê de li hev kirine û got: “Eger ew pêvajoya ku em beriyê de axivîbûn bê şopandin divê YPG ji Menbicê derkeve, eger nebe em ê wek Efrînê mudaxaleyê Menbicê jî bikin.”

 

Berdeveka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî piştî civîna navborî daxuyaniyek da û ragihand ku ew piştgiriya mekanîzmaya ji bo rêya hevkirinê li Minbicê pêk bîne dikin.

 

Nauert herwiha da zanîn di hevdîtina Pompeo û Çavuşoglu de Pompeo aniye ziman ku ew  derbarê xebatkarên Amerîkayê yên li Tirkiyê girtî de dilgiranin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin