Oportûnîzma Ewrupa ne nuha em dibinin, mixabin ev bûye parçeyek dîrokê, taybetî Brîtanyaya Mezin û Fransa, jixwe Almanya wekî tucarekî gemarî ye, tanken dane Tirkîyê her roj gundên Efrînê topbaran dikin, lê ev naxwaze bibine.
Çend rojan berê Serokkomarê Tirkîyê di axaftinek xwe da weha got, “me şîrheramîya (bêesl, bêcibilîyet) we fam kir”, herçiqas mebesta wî bi giştî Cîhana Rojava bû jî, taybetî qesta wî Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) bû.
Bê guman, di bîra wî da Rusyayê jî dê hebe, ji ber hevaltîya wana dişibe hevaltîya gur û rovî.
Ev şîrheramîya ku Erdogan îro famkirî, taybetî du lingên wê hene, yek ji vana bazirganî ye, ya din bila ji Tirkîyê an jî li ser Tirkîyê ra penaber bere xwe nedin Ewrupa, bona vê divê li Tirkîyê aramîyek îzafî hebe û ew, her li ber derîyê Ewrupa bihêvî bipê.
Wekî berê jî min nivîsandibû, ku Tirkîyê xwe dispêre hiqûka navneteweyî (bi bawerîya min ger hêza we hebe hiqûka navneteweyî heye), ji ber endîşeya ewlehîya xwe qaşo mafê wê heye ku êrişî Efrîne bike û navê vê êrişê jî kiriye operasyon!
Her cûre çek bi kar bêt, qefleyên firokên şer jînwar û gundan bidin ber bombeyan û bi dehan kesên sivîl tên kuştin, bi deh hezaran esker û grupên radîkalên Îslamî ku ji kesên berhevkirî pêk hatine, di bin navê li dij teröre dişînî ser Efrînê û navê wê bêhiqûkîyê dibe “operasyon”!
Navê vê ne operasyon e, yekser êrişkarî ye, şer e, mixabin wekî Erdogan diwesfîne şîrheram jî “endîşeyên Tirkîyê fam dikin” û hinek ji wana destûrê didin kuştinê û xwînê, hinek jî tenê temaşe dikin.
Cigira sekretere giştîyê NATOyê, jina bi navê Rose Gottemoeller heta Enqerê hatiye û dibêje, ku “NATO endîşeyên Tirkîyê fam dike.”
Ev helwest bi yek gotinê şîrheramî ye, divêbûya NATO jî, DYA û Cîhana Rojava jî ji Tirkîyê ra bigotina tavilê bisekine û vegere ser tixûbê xwe.
Ti sedem êrişa Tirkîyê rewa nakin, ne reng û bîrdozîya PYD û sîstema rêveberîyê, ne jî pêywendiyên navneteweyî nabin xeter li ser ewlehîya Tirkîyê.
Herkes baş dizane ku bi bombebarana firokên şer kesên sivîl ku piranîya wana jin û zarokên tên kuştin.
Tenê ne em, cîhan hemû jî dizane ku ew êriş yekser li ser neteweya Kurd e, bi avakî federalîbe jî Tirkîyê naxwaza Kurd bibin xwedîyê mafên xwe û gotina “brayê Kurd” tenê çîrok e.
Ji nuha va dixuye, ku Tirkîyê xwe li şerekî dirêj ra amede dike, di nava axaftinên serokkomarê Tirk da nêşitin vê hene.
Bi bawerîya min, encama êrişa li ser Efrînê dê bibe destpêkek pêvejoyek nû, weha dixuye ku Tirkîyê dê bi Efrîne têr nebe, ewê berdewam be heta rojhilatê Fêrêt.
Hinek hêman fêla Erdogan û dewleta Tirk bi me dide famkirin; yek, di bûtçeya îsal da para bûtçeya bergiriyê 41% zêde kirin û bû 91 milyar 143 milyon, herweha bütçeye wezareta hundir 25%, ya jandarme 42% û ya emnîyetê 18% bilind bûn; du, wekî gellek caran Erdogan jî dibêje ew parek çekan bi xwe hildiberîne, ger we bala xwe dabûyê taybetî dibêjin çekên ku di êrişa Efrînê da bikar tên xwecihî ne; sê, wekî Erdogan dibêje êdî dewleta Tirk tirsa vegirt û famkir ku Cîhana Rojava çiqasî şîrheram e; çar, dijberîya di navbera DYA û Rusyayê da valahîyekê diafirîne û ev valahî derfetê dide Erdogan û dewleta Tirk; penc, di rojên me da taybetî piştê desthilata Donald Trump îmaja DYA sereberjêr bû ye, êdî DYA wekî dêvekî ku pişta xwe li erde ranabe ye; şeş, bêaramîya Iraq û Suriyê derfetê dide dewleta Tirk, taybetî piştê alozîya Suriyê bi milyonan penaber berê xwe dan Ewrupa û dewletên Ewrupî jî vê naxwazin, nuha çavên Ewrupa lêye, ku ger Erdogan li bakurê Suriyê qadekê bona penaberan amede bike lidij dernakevin.
Bi bawerîya min, NATO, DYA û Ewrupa xwe dixapînin, weha dixuye ku roja ew bi xwe bihesin dê dem bihurî be.
23.01.2018/Dusseldorf