Encûmena Girê Sipî: Tirkiyê 21 hezar kesên hawirde li şûna xelkê resen bicîh kirine

.

Encûmena herêma Girê Sipî ser bi Rêveberiya Xsweser ragihand, Tirkiye ji dawiya 2019an ve û heta niha 21 hezar Ereb û Turkmanên hawirde li cih û warê xelkê resen ên Girê Sipî bicîh kirine.

Li gor heman çavkaniyê, di çarçoveya guhertina demografîk de li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye bi zorê 100 hezar xelkê navçeya Girê Sipî der kirine û xelkê hawirde li cih û warê wan bicîh kirine.

Encûmena herêma Girê Sipî ser bi Rêveberiya Xsweser dibêje, di 3 mehên dawîn de 9 hezar û 181 niştecih derbasî bajarokê Girê Sipî û gundewarê wî bûne.

Di 2022an de, Encûmena herêma Girê Sipî ser bi Rêveberiya Xsweser ve belge kiribû, ku 12 hezar û 757 niştecih di deriyê Girê Sipî yê bi ser sînor ve derbas bûne, ew kesên hawirde jî ji Hims, Heleb, Idlib û Xûteya Rojhilatê Şamê bûn.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn