Encûmena Girê Spî li gel berpirsên Rûs yên serbazî civîya

Hevserokên Encûmena Xwecihî ya Girê Spî li bajarokê Eyn Îsa ligel berpirsên serbazî yên Rûsî civîyan û daxwaza garantîkirina vegera koçberan kirin.

Navenda Nûçeyan- Doh roja Çarşemê (11.12.2019),  hevserokên Encûmena Xwecihî ya Girê Spî li Eyn Îsa Ebdulhemîd el Ebid û Hêvîn Ismaîl ligel berpirsên serbazî yên Rûsyayê civîyan.

Di civînê de ku li binkeya serbazî ya Rûsî li Eyn Îsa hat lidarxistin, hevserokên Encûmena Xweciîh ya Girê Spî nameyeke arasteyî hikûmeta Rûsyayê kirin.

Hevserokê Encûmenê Hebdulhemîd el Ebid aşkere kir ku wan di nameya xwe de çend daxwaz li hikûmeta Rûsyayê kirin.

El Ebid got: “Me 5 daxwaz pêşkêş kirin ku ew jî ev in: Girîngîya bidawî anîna  dagirkerîya Tirkîyê, garantîkirina vegera koçberan, rawestandina binpêkirinan li navçeyên dagirkirî, agirbest û vekirina rîya M4.”

Hevserokê encûmenê dîyar kir, ku fermandarên Rûsî piştevanîya daxwazên wan kirine û vekirina rêya M4 destpêka cîbicîkirina wan daxwazan bû.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e