Encûmena Hevkarîya Kendava Erebî gef xwarina Ruhanî şermezar kir

Encûmena Hevkarîya Kendava Erebî gef xwarinên serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî yên hember Mîrgehên Erebî ango Îmaratê şermezar kir.

Serokê EncûmenaHevkarîya Kendava Erebî Nayîf Hecref bi beyanameyekî gef xwarinên  serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî şermezar kir û ew gef xwarin wek metirsî li ser asayîş û seqamgirîya Kendava Ereb pênase kirin.

Roja 15.08.2020ê Hesen Ruhanî ragehand, rêkeftina Îmarat û Îsraîlê xîyanete li Filîstînê, ereb, musliman û Qudisê û hişyarîyeke tund da rêveberên Îmaratê û got: ‘’Eger rê ji Îsraîlê re bê dayîn gava xwe bavêje Kendavê, wê demê de reftarên me û helwêstê me cuda be.’’

EncûmenaHevkarîya Kendavê rêxistineke herêmî ya sîyasî, leşkerî û ewlehîya welatên erebên Kendava Erebî ye û sala 1981ê bi destpêşxerîya mîrê berê yê Kuwêtê Cabir Ehmed Subahî hat ava kirin. Siûdîye, Umman, Îmarat, Kuwêt, Qeter û Behrên endamên wê ne.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e