Encûmena Wezîran piştgiriyê li serjimêriya giştî dike

.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li ser pirsa serjimêrî, hinardekirina petrolê û mûçeyên xelkê Kurdistanê civiya.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 06.11.2024ê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya serkeftina hilbijartina gera şeşem a Parlementoya Kurdistanê pîrozbayî li gelê Kurdistanê kir û ev serkeftin, bi serkeftina gelê Kurdistanê bi nav kir û got, li gorî nirxandina çavdêran û civaka navneteweyî, pêvajo di keşeke aram û di çarçoveya rêzgirtina li prensîpên demokratîk de bi serkeftî birêve çû. Ev ji bo gelê Kurdistanê û pêvajoya demokratîk, destkeftiyek e û nîşaneya bilindbûna huşyariya gelê Kurdistanê e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha telezî li ser wê yekê jî kir, Kabîneya Nehem dê berdewam be li ser cîbicîkirina erkên sereke û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji xelkê Herêma Kurdistanê re bê cudahî, heta pêkanîna kabîneya nû û destbikarkirina wê.

Di xala yekê ya civînê de, pêşhatên dawî yên derbarê serjimêriya giştî ya xelkê Iraqê, ji aliyê Wezîrê Plandananê Dara Reşîd ve hatin pêşkêşkirin. Navbirî amaje bi encamdana civîna hevbeş a her du hikûmetan li Bexdayê kir ku roja 31.10.2024an bi amadebûna Serokkomarê Iraqê, Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Plandanana Federal û wezîrên kurd ên hikûmeta federalî pêk hat.

Di beşeke din a vê mijarê de, amaje bi biryara civîna duh a Encûmena Wezîrên Iraqa Federal a li ser mijara serjimêriya nifûsê hat kirin û xalên biryarê hatin nirxandin.

Piştî gotûbêjan, Encûmena Wezîran destxweşî li Wezîrê Pilandananê û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku bergirî li mafên destûrî yên gelê Kurdistanê kirine. Di heman demê de Encûmena Wezîran piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê LI piroseya serjimêriya niştecihan bi mebestên geşepêdanê tekez kir. Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê çendîn têbînî li vê proseyê de tomar kirine, da ku serjimêriya cihê razemendiya hemû pêkhateyan bibe û ji bilî geşepêdanê, bi mebestên din nebe. Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku nabe ev serjimêrî ji bo mebestên siyasî were bikaranîn û ti bandoreke xirab li ser cîbicîkirina madeya 140 ya destûrê û çareserkirina kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê (navçeyên nakok) neke. Nabe şûna mekanîzm û rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 a Destûra Iraqê de hatine destnîşankirin, her weke ku Dadgeha Bilind a Federalî di biryara jimare 73 ya sala 2010an de tekezî lê kiriye, ji bo vê mebestê jî, Encûmena Wezîran aliyên peywendîdar raspardin ku pêşniyarên ku di civîna îro ya Enûmena Wezîran de li ser vê mijarê hatine pesendkirin, bigihînin Hikûmeta Federal û daxwaz ji hemû aliyên Kurdistanî yên pêwendîdar li Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir ku di vî warî de piştgirî û hevkariyê bikin.

Xala duyemîn a civînê jî ji bo guftûgokirina pêşhatên dawî yên rewşa darayî û mûçe, hejmara karmendan û hin tedbîrên nû yên Wezareta Darayî ya Federalî ya ji bo mûçeyê meha Cotmehê ya sala 2024an bû ku ji aliyê Serokê Dîwana Encûmena Serokwezîr Umêd Sebah, Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm û Serokê Fermangeha Hevahengî û Çavdêriyê Ebdulhekîm Xesrew hatin pêşkêşkirin. 

Encûmena Wezîran tekezî li ser wê yekê kir KU nabe hikûmeta federal bi ti behanekê mûçeyên Herêma Kurdistanê bipaş bixe yan jê bibire û rê li ber dabînkirina mafên mûçeyên karmendên Herêmê negire, belkû pêwîst e weke mûçeyên karmendan li deverên din ên Iraqê, mûçeyên Herêmê di dema xwe de û bê kêmasî bên dayîn, ji ber ku Dadgeha Bilind a Federalî bi eşkere daxwaz kiriye ku mijara mûçeyan bi ti nakokiyên di navbera her du hikûmetan de neyê têkelîkirin, ji ber ku ew mafê yasayî yê karmendan e û divê dûr ji her nakokiyek siyasî bê girtin, heta Encûmena Wezîrên Federal di biryara xwe ya dawî de, Wezareta Darayî ya Iraqê neçar kir ku heta dawiya salê li ser dayîna mûçeyên Herêmê berdewam be. Herwiha Wezaret û aliyên peywendîdar ên Herêmê hemû kêmasiyên di lîsteyên mûçeyan de rast kirine û ji Wezareta Darayî ya Federal re şandine. Ji bo kesên ku hîna biyometrîk nekiriye yan jî hejmara wezîfî yan wan tune ye, 20ê Mijdarê wek dema dawî hatiye destnîşankirin, ji ber wê jî Encûmena Wezîran daxwaz ji Wezareta Darayî ya Federalî dike ku di zûtirîn dem de mûçeyên meha Cotmehê bide û di rêkarên ciyakariyê li hember Herêma Kurdistanê negire, berî cibicîkirina yasaya budce û rêkarên darayî.

Di xala dawîn de, pêşniyara herî dawî ya hikûmeta federal a ji bo sererastkirina madeya 12'an a ji bo dubare destpêkirina hinardekirina petrolê hat nîqaşkirin. Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet Kemal Mihemed Salih û şanda danûstandinkar, encamên civîna dawî ya ligel Wezareta Petrola Federal û kompaniyên petrolê pêşkêş kirin. 

Encûmena Wezîran helwêsta xwe ya neguhêr tekez kir ku divê hinartdekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya SOMOyê di zûtirîn dem de dest pê bike, ku ev yek di berjewendiya hikûmeta federal, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û heta kompanyayên petrolê de ye. Encûmena wezîran hêvî xwest ku sererastkirina maddeya 12 ya yasaya bûdceya Iraqê bibe derfetek ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û petrola ku li Kurdistanê tê berhemanîn di zûtirîn dem de bo bazarên cîhanê were hinardekirin, ku bêguman ev yek dê roleke mezin bilîze di zêdekirina dahata navxwe ya welêt û pêşvebirina veberhênanê di vî warî de.

Nuçe: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir