Encumena wezîran ya Iraqê biryara Kerkûkê da: Wê serjimêra sala 1957an esas be

.

 Encumena wezîran ya Iraqê, di civîna xwe de, li ser îtîraza Herêma Kurdistanê biryara esasî ya serjimêra Herêma Kurdistanê da. Li gor biryarê; di jimartina serjimêrê de, wê hemwelatî ne li gor ciyê ku lê dimînin lê wê li gor herêma ku ji dayîka xwe bûne bên qeydkirin.

Ji bo serjimêra Kerkûkê, serjimêr, wê li ser esasê serjimêra sala 1957an be. Piştî serjimêra sala 1957an ya Kerkûkê kesên çûne Kerkûkê wê ciyên ku jê hatine ji wan re bibe esas.

Li gor serjimêra sala 1957an ya Kerkûkê; li Kerkûkê 187.593 kes Kurdin.109.620 Ereb, 83.371 kes Turkmen û 1.605 Hristiyan in. Iraq dixwaze serjimêra Herêma Kurdistanê û li herêmên Kurdistanî di 20ê Çiriya Pêşîn an ku Sermawezê de, bike.

Serjimêra nûfûsê asteke ji bo destpêka xala 140ê ya di destûra Iraqê de. Kerkûk û deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, dema serjimêr li wan deveran çêbibe, dê li deveran referandum bibe bê dixwazin di bin rêvebiriya Kurdistanê de bimînin an na. Dibe ku serjimêra deveran esas bigrin. Ji ber wê serjimêra Kerkûkê ji Kurdan girînge.

Li gor wezareta plandananê ya Iraqê; wê nûfûsa Iraqê di sala 2030an de bigihê 51 milyon û 500 hezarî.

Amerîka Haberleri

Amerîkayê derbarê leşkerê li Îzmîrê telîs xistibûn serî wî daxuyanî da
Biden: Ez piştgiriyê didim namzediya Kamala Harrisê
Biden derbarê êrişa li dijî Trump daxuyanî da
RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê