Navenda Nûçeyan - Endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê 323 rojin di rojîya mirinê de ma û di 5'ê Gulanê de dawî li rojîya xwe anî, jîyana xwe ji dest da. Gokçek di 5'ê Gulanê de li Mala Berxwedanê ya li Kuçukarmûtlûyê daxuyanî dabû û dîyar kiribû ku rojîya xwe bi dawî kirîye.
Gokçek di 5'ê Gulanê di roja 323'an de daxuyanî da û dîyar kir ku dawî li çalakîyê naîye. Parlamentera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Parlamenterê Partîya Gel a Komarê (CHP) Alî Şeker, Parlamenterê Partîya Karkêrn Tirkîyeyê (TÎP) Bariş Atay, Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Seroka Weqfa Mafê Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût, Parlamenterê HDP’ê yê bere Ferhat Encu, hunermend Pinar Aydinlar û gelek kes beşdarî daxuyanîyê bûn. Gokçek piştî ragihand ku çalakîya xwe bi dawî kir, bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.
GOKÇEK DI 28'Ê NÎSANÊ DE BANG KIRIBÛ
Îbrahîm Gokçek, di 316 rojên rojîya mirinê roja 28'ê Nîsanê de bal kişandibû ser berxwedana xwe û wiha goibû: “Ji bo me cih û dîrokê dîyar bikin û soza konserdayînê bidin. Hevalên me yên xebatê Alî Araci û Sûltan Gokçek ku wê danişîna wan bê dîtin serbest berdin. Rêya rawestandina mirinan eve. Em ne rehmê ji we dixwazin û ne jî banga wijdanê ji bo we dikin. Em edaletê dixwazin. Pêdivîyên hiqûqî bi cih bînin û mirinan rawestînin. Gelo çima daxwazên Grûp Yorûm ên rewa nayin pêşwazî kirin?”