Ji Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê hate ragihandin ku;
"Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş roja 14.02.2018an li Îzmir a bajarê Tirkîyeyê ji alîyê polîsan ve hate desteserkirin.
Parêzer pê re eleqedar dibin. Lê nahêlin parêzer wî bibînin. Sebeba desteser kirinê jî, şîroveyên Mehmet Ermîş yên di sosyal medyayê de hatine destnîşan kirin.
Em vê desteserkeirina ku azadîya ramanî tune dihesibîne şermezar dikin û divê hevalê me demildest serbest bê berdan."