Endamê meclîsa PAKê rêzdar Mehmet Ermiş jî di roja 14.02.2018an li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê ji alîyê polîsan ve ji ber parve kirinên wî yên di sosyal medyayê de hatibû desteser kirin û heta îro jî nehatîye berdan.
Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birêvebrîya Navendîya PAKê Rêzdar Hanifi Turan jî ji ber axaftinên xwe yên di konferanseke li Wanê de di roja 31.01.2018an de li Emnîyetên Stenbolê û Dîyarbekirê îfade dabûn.
Dewleta Tirkîyeyê bi hinceta Rewşa Awarte û Efrînê li himberî partîya me û li himberî rewşenbîr, nivîskar, hunermend û sîyasetvanan bi desteser kirin, girtin û cezayên hefs kirinê êrîşeke ku nayê qebûl kirin dest pê kirîye. Van êrîşan di warê azadîya ramanî û xebata rêxistinî de , destkeftîyên heyî jî ji holê radike.
Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku hevalê me Mehmet Ermîş û hemû girtîyên sîyasî serbest berde, dawî li Rewşa Awarte, li vî şerê heyî, li sîyaseta li dijî Kurdan bîne; dawî li van hemû desteser kirin, girtin û hefs kirinan bîne. Ji bo bi rêyên aştîyane, demokaratîk û sîyasî hemû pirs û pirsgirêk bêne çareser kirin em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku gavên pêwîst bavêje. 21.02.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê