Endamê Meclisa Pisporên Îranê Ayetullah Silêmanî, hat kuştin!

.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Îranê IRNAyê ve hatin ragihandin, Ayetullah Abbas Elî Silêmanî, bi êrîşeke çekdarî hat kuştin.

Di agahiyên ku di ajansê de hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Endamê Meclisa Pisporên Îranê Ayetullah Abbas Elî Silêmanî, li bakurê Îranê di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Di dewama nûçeyê de hat eşkerekirin ku ji ber mirina Jîna Emînî ku ji ber hinceta pêçandinê di bin çavan de ji ber êşkenceyê can dabû, li weêt xwepêşandan rawestiyabûn lê belê êrîş li dijî Endamê Meclisa Pisporên Îranê ku rêberê olî hildibijêre û venêrînê dike, hatiye kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku heta niha di derbarê hûrgiliyên êrîşê de ji qada hikûmetê daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn