Serokê Konseya Rêvebiriya ASELSANê jî ev yek piştrast kir û got endazyarên ku ji Tirkiyê koçî welatên din kirine çend sed in, dora 200 kes in û herwiha bo tespîtkirina sedema koça wan jî lêkolîn dane destpêkirin û da ku veqetînên wan bisekinînin mûçeyên wan hatine zêdekirin.
Parlamenterê CHPê Aygunî got luksa Tirkiyê tune ku xebatkarên pispor ên di Karsaziya Parastinê de dixebitin winda bike û li ser zêdekirina mûçeyan jî got: "Divê rêvebir hişê xwe bîne serê xwe. Bi zêdekirina mûçeyan, ev pirsgirêk çareser nabe. Heke rewşa hiqûq, perwerdehî, demokrasî û zanistê bînin ber çavan, welatiyên me pêşeroja xwe li vî welatî nabînin.
Aygunî got daxwaza lêpirsîn û pirsên ku bo parlementoyê hatî pêşkêşkirin ji aliyê Amerîkayê ve jî tê şopandin. Kovara Jane's Defence Weekly ku di warê parastinê de kovareke girîng e, daxwaza lêpirsîn û pirsê yên di vê mijarê de wergerandiye Îngîlîzî û weşandiye.