Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) îro Duşemê rêjeya enflosyanê ya meha Tebaxa 2022’an eşkere kir.
Li gor TUÎK’ê enflasyona mehane ji % 1.46 e û enflasyona salane jî ji % 80.21 e ku enflasyona salane ya Tirkîyê di meha Tebaxê de giheştiye asta herî bilind ya 24 salên dawî.
Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî wek alternatîf li gor pêzanînên xwe enflosyana maha Tebaxa 2022’an îro dîyar kir, koma ku ji aborîzan û akademîsyenan ve pêk tê.
Lê, ENAG jî dibêje ku enflasyona mehane ji % 5.86 zêde bûye û herwiha enflasyona salane jî giheştiye ji % 18.37’an.
TUIK’ê eşkere kir ku ji serê salê heta niha rêjeya enflasyonê ji % 47,85 e li gor ENAG’ê jî ev rêje ji % 91.62 ye.
Pêzanînên TUÎK’ê nîşan didin ku di pişeşazîya ragihandinê de enflasyone ji % 27.05 e ku li gor Tebaxa sala borî enflasyon hêrî kêm di vê pişeşazîyê de pêk hatiye.
TUÎK’ê herwiha ragihand ku zêdebûna herî bilind jî bi rêjeya ji % 116.87an di pişeşazîyê veguhestinê de pêk hatiye.
Lê, pêzanînên ENAG’ê jî nîşan didin ku salane herî kêm bi rêjeya ji % 56.10 buhayên cilûbergan zêde bûye ku enflasyona herî kêm ya di nava tevahîya pişeşazîyan de ye.
ENAG’ ê herwiha dîyar kir ku enflasyona herî zêde jî bi rêjeya ji % 348.39 di buhayên elektrîk û gaza xwezayî pêk hatiye ku enflasyona herî bilind e.
Rêjeya enflasyonê ya ku TUÎK’ê îro ragihand, ji sala 1998’an û heta niha enflasyona di asta herî bilind ya 24 salên dawî yên li Tirkîyê.