Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro civiya û piştî civînê di daxuyaniyekê de amaje bi binpêkirin û tawanên ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê dibin wek revandin, dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û guhartina demografî kir û berpirsatiya wan tawan û binpêkirinan xiste stûyê Tirkiyê û daxwaz jê kir, rê li ber grûpên çekdar bigire û wan ji Efrînê derbixe. Herwiha daxwaz ji Tirkiyê kir, rê bide koçber û derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.
Di beşek din de, ENKSê daxwaz ji Tirkiyê kir gefên xwe li ser deverên Kurdî rawestîne û di heman demê de jî daxwaz ji PYDê kir bihaneyên ku Tirkiyê digire nehêle û bi tenê biryarên girêdayî bi çarenivîsa gelê Kurd ve nede.
Li ser pirsa serbestberdana girtiyên siyasî ENKSê tekez kir, serbestkirina çend girtiyan nabe alternativek ji girtina dosya girtiyên siyasî re û divê PYDê heyamên guncaw û zemîneyeke baş ji bo guftûgoyê peyda bike.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê bang li hemû rêxistin siyasî, çandî û civakî yên Kurd kir, helwestên xwe bikin yek û bi piştbestin bi çareseriya ku ENKSê ji bo avakirina Sûriyayeke Federalî bi sîstemeke demokratî, perlemantî û piralî ku tê de mafên gelê Kurd ên netewî bê gerentîkirin daniye kar bikin.