Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen ragihandin ku piştî rûxandina rejîma Esed 3 hezar malbatên Kurd vegeriya Efrînê.
Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen li ser rewşa Efrîn û vegera koçberên Kurd ên Efrînî ji Rûdawê re axivî.
Ehmed Hesen got, "Vegera Efrîniyan berdewam e û heta niha nêzikî 3 hezar malbatên Kurd vegeriyane Efrînê.
Her wiha hinek Kurdên ku li Tebqa û Reqayê bi cîh bûbûn û çûne Helebê niha dixwazin vegerin Efrînê.
Di beşeke din a axaftina xwe de Ehmed Hesen wiha anî ziman:
"Ew kesên ku vedigerin diçin nav malên xwe. Yên ku xaniyên wan hatine dagirkirin li cem merivên xwe dimînin heta ku xaniyên wan tên valakirin."
"Erebên hawirde vedigerin"
Li ser Erebên hawirde yên li Efrînê jî Ehmed Hesen wiha got:
"Erebên hawirde yên li Efrînê vedigerin cihên xwe û niha li gundên navçeya Meydankê çend xanî hatine valakirin û xelk dikare vegere ser malên xwe."
"Rengê Kurdbûnê li Efrînê diyar dibe"
Li aliyê din Ehmed Hesen diyar kir ku careke din rengê Kurdbûnê li bajarê Efrînê diyar e û Kurd zêde bûne û Erebên hawirde jî negotiye û ew xaniyên wan valanakin.
"Guvaşa li Kurdan berdewam e"
Derbarê astengiyên ji bo koçberên ku vedigerin jî Ehmed Hesen got ku di rojên borî de astengî hebûne bi taybetî ji kesên ku bi hinceta ku pêştir bi hêzên asayîşê û Rêveberiya Xweser re kar kirine astengî dihatin derxistin.
Her wiha Ehmed Hesen got, "Wergirtina bac û guvaşên ji aliyê grûpên çekdar ve li ser welatiyên Kurd berdewam e."
Rûdaw