ENKS: Bila Serok Barzanî jî di dema rêkeftina me û PYDê de amade be

ENKS dîsa ofîs û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê vedike

Navenda Nûçeyan- Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) dibêje, eger wan û PYDê li hev kir bila rêkeftin bi amadebûna Serok Barzanî were îmzekirin.

Serokê nûnertîya ENKSê li Başûrê Kurdistanê, Ebdulkerîm Mîranî ji BasNewsê re got, ENKSê biryar daye dîsa ofîs û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.

Ebdulkerîm Mîranî her wiha got, fermandeyê giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî soz daye me baregehên me biparêze.

Wî berpirsê ENKSê anî ziman ku eger wan û PYDê li hev kirin, bila di dema îmzekirina rêkeftinê de Serok Barzanî, nûnerên Amerîka û NY jî amade bibin.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e