Di wê civînê de behsa destpêşxerîya nêzîkirina alîyên sîyasî li Rojavayê Kurdistanê û kongireya ENKSê hat kirin.
Welatîyên Rojavayê Kurdistanê jî li bendê de ne û hêvî dikin, ku alîyên sîyasî bigihêjin encamekê û yekrêzîyek di navbera hizbên Kurdî de pêk were ji bo destkevt bên parastin.
Bi sedan hezar xelkên Rojavayê Kurdistanê koçber û penaber bûne ku piranîya wan di nava kampan de , di vê zivistanê de, rewşeke xirab dijîn û heta niha alîyên sîyasî yên Kurd li ser pêkanîna yekrêzîyekê nakok in.
Xelkên Rojava daxwaz dikin Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) û ENKS li pêş civaka navdewletî helwesteke hevgirtî ava bikin.
Welatîyê bi navê Sîrac Ehmed, dibêje, “Astengîyên dibin ecindeyên derve ne, berjewendîyên herêmî û navdewletî nahêlin bighêjin hev, eger dewlet bixwazin wê Kurdan bikin yek.”
Welatîyekê din ê bi navê Younis Ebû Zêd jî dîyar dike, “Dema bibin yek divê tiştekî veşartî di nav wan de nemîne, îro civîna ENKSê ye, eger heye ENKS yekîtîya Kurdan erê bike, TEV DEM jî helwestên wê hene ji bo yekîtîya Kurdan, em jê dixwazin, em dibêjin vê carê yekîtîya me çênebû, wê ji destê me here.”
Welatîyê bi navê Danîş Xelo jî radigihîne, “TEV DEM û ENKS, divê bibin yek, daxwaza milet ev e, em li benda wê rojê ne, eger na, tiştekî me di vî welatî de namîne.”
Piştî derbasbûna 20 rojan li ser daxuyanîya Rêveberîya Xweser derbarê serbestkirina karên ENKSê, ji bo yekemîn car ENKS civîya û ew destpêşxerî gotûbêj kir, tevî ku bi erênî li wê daxuyanîyê dinerin lê civîna wan bê encam bi dawî bû, û ti demek ji bo vekirina ofîsan nehat destnîşan kirin.
Endamê serkirdayetîya ENKSê Beşar Emîn, derbarê vê mijarê de radigihîne, “Meseleya me, ne vekirin û venekirina ofîsan e, ya girîng avakirina bawerîyê ye, em mijara girtîyan dixin li pêşîya ofîsan, em li hêvîya wan in.”
Li Rojavayê Kurdistanê heta niha 129 endamên ENKSê derbasî zindanên Rêveberîya Xweser bûn û derketin. Herwiha dest bi ser 39 ofîsên ENKSê de hatibûn girtin.
Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê jî ji bo derbasbûna ji vê qonaxê 8 merc dîyar kirine.
Ev civîna ENKSê di demekê de ye ku Desteya Navxwe ya Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê berî niha ragihandibû ku ji bo yekkirina gotina sîyasî ya Kurdî li Sûrîyê û avakirina hevbeşîyeke rasteqîn, di navbera Rêveberîya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) de, ti astengîyên yasayî li pêş ENKSê tune ne, ji bo ku ofîsên xwe veke, û çalakîyên xwe yên sîyasî, medyayî û civakî birêve bibe.
Rûdaw