ENKS: Em bi tundî êrişa terorîstî ya Efrînê şermezar dikin

.

Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) êrîşa duh a li ser bajarê Efrînê şermezar kir, ku di wê êrîşê de zêdetirî 20 kesan şehîd bûn û bêhtirî 40 kesan jî birîndar bûn.

ENKS di daxuyaniya xwe de destnîşan kiriye ku roja şemiyê 12ê Hezîrana 2021ê bajarê Efrînê rastî êrîşeke mûşekî hat û di wê êrîşê de nexweşxaneyeke sivîl a Efrînê bû armanc.

Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) eşkere dike ku di encama êrîşê de zêdetirî 20 kesan şehîd bûne û bêhtirî 40 kesan jî birîndar bûne, ku di nav wan de bijîşk û karmendên tendirustiyê jî hene.

Di daxuyaniyê de hatiye ragihandin: “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi awayê herî tund, vê kiryara terorî ya tirsonek şermezar dike.”

ENKS bang li civaka navdewletî dike ku li ser vê êrîşa terorî lêkolîn were kirin û encamderên vê êrîşê werin eşkerekirin.

Herwiha bang li civaka navdewletî dike ku demildest çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê bibînin û sînorek li ber van kiryarên terorî were danîn.

Duh şemiyê 12ê Hezîrana 2021ê, danê êvarê hejmarek top li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ketin û tê de hejmarek sivîl şehîd û birîndar bûn. Piştî wê êrîşê bi demjimêrekê, hejmarek topên din li nava bajêr ketin ji wan jî topek li nexweşxaneya Efrînê ket û tê de hejmarek bûn qurbanî û nexweşxane ji kar derket.

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'