Batûn di pirsa xwe de dibêje, "Li gor agahdariyên Kurdistan24ê wergirtine, di demek kurt de dikare rêkeftin di navbera ENKS û PYNK de pêk were. Rastiya vê yekê çi ye? Hûn dikarin ser vê mijarê hinek agahdariyan bidin?"
Oso bersiv dide û dibêje; "Bi rastî em bi xwirtî li ser vê meselê kar dikin. Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de bigehin encaman. Rast e hinek dirêj kêşa. Lê em jî di tecrûbeyên tal re derbas bûne. Bawerî kêm bûye. Tiştên xirab çêbûne. Ev tişt bûn sebeba dirêjkirinê. Em naxwazin vê carê jî tiştekî xelet çêbibe. Wekî ENKS helwesta me diyar e: Yekrêzî ji bo berjewendiyê gelê me giring e. Em ji bo vê tiştê kar dikin. Lê em nikarin bi zordarî lezê bide rêkeftinê!"
OSO derheqê giringiya van civînan de jî dibêje, "Vê carê nabe em (kurd) têk biçin. Lewra divê em li ser hemû xalan pêk werin. Û em bigihin tifaq û yekrêziyeke bi rêkûpêk. Da ku siberojê xelkê me pê dilxweş be. Ev ji herdu aliyan tê xwestin. Ji PYNK û ENKS tê xwestin. Divê cidî bin da ku em bigihin encamekê."
Cemal Batûn, leşkeriya neçarî (mecbûrî) ji pirs kir. Oso, derheqê vê mijarê de wiha dibêje:
"Ev babet bi rastî hatine axaftin. Hîn negihiştine encamekê. Ji bo leşkeriya neçarî em dibînin ku pêwîstiyek pê heye ku bisekine. Heta di warê leşkerî û asayîşê de em dikarin bigihin, tifaqekê.
Em bêhtir hewl didin xelkê xwe vegerînin. Xort neman. Piraniya xortan ji ber leşkeriya neçar derketin derve. Bi vî awayî nifşekî din ji miletê me careke din penaber dibe. Û xwe li sînoran didin.
Me fêm kiribû di warê piraktîkî de leşkeriya neçarî sekiniye. Lê dûh hinek agahî gihiştine destê me. xortan digirin û dibin leşkeriyê. Ev tiştekî nerast e, divê bisekine. Me agahî da fermandarên QSD'yê got, 'Divê ev mesele bisekine!'."
Her wiha Oso, derheqê girtiyên ENKS'yî de jî wiha dibêje:
"Mesela girtiyan jî heta niha bi dawî nebûye. QSD'yê (Hêzên Suriyeya Demokratîk) komîte çêkirine. Lêkolînan çêdikin. Em jî dibêjin, 'Divê ev mesele çareser bibe!' Birastî, ji bo avakirina baweriyê ev xala yekê bû. Lê heta niha encamek derneketiye."
Cemak Batun di pirsa xwe de dibêje, "Derheqê Emrîka wekî welatekî zilhêzê cîhanê di vê diyalogê de cih digre. Wekî garantor. Piştgiriya Yekitiya Ewropa (YE) heye. Hêzên Hevpeymanan ên ji bo vê diyalogê hatine destnîşankirin hene. Gelo di pêvajoya diyalog, yekitî û yekrêziya kurdan de; bandora van aliyên garantor çi ye?"
Endamê Desteya Serokatiya ENKS Silêman Oso jî wekî bersiv dibêje; "Bêguman, ya ku zêdetir berê me kurdan dide diyaloga yekrêziyê koalîsyona navneteweyî û Emrîka ne. Rojane bi me re hazir dibin (Di civînan de). Ji bo serkeftina diyalogê jî karekî mezin dikin. Di baweriya me de; ev piştgiriyekî mezin e ji miletê me re. Piştgir in, ji bo yekitiya kurdan. Ev jî li Rojhilata Navîn û Sûriye giringiya kurdan nîşanî me dide. Wekî miletekê kes nikare me binpê bike. Divê, di destûra Sûriye de, mafê vî miletî mîsoger bibe. Bi rastî jî emrîka rolekî gelek erênî û îcabî dilîze. Da ku ew serbikevin, em jî alîkar in." bdl