Doh 10ê Mijdarê ENKSê li Qamişloyê civîna xwe ya asayî li dar xist.
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela wek serokê nû yê ENKSê hat hilbijartin.
Hatibû gotin ku di 7ê Mijdarê de çaremîn kongreya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata kirin, lê hejmarek ji koma Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola Kongreyê bibin û rê nedan ku ENKS kongreya xwe girî bide.
Hate ragihandin, serokê berê yê ENKSê Ibrahîm Biro heta civînên Cenêva 8 bidawî bibin, wê di erka xwe de bimîne.