ENKS û Mezlûm Ebdî civiyan

.

 Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku şandeyeke serkirdayetiya ENKSyê li Hisîçayê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiyaye.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser civînê ji Rûdawê re axivî.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif got:

"Piştî serdana Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya Herêma Kurdistanê û civîna bi Serok Mesûd Barzanî re, em jî wekî ENKSyê çûn serdana Hewlêrê û em li ser pêwîstiya avakirina yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan û pêkanîna şandeyeke Kurdî axivîn."

Feysel Yûsif diyar kir ku wan jî daxwaza Serok Barzanî ya ji bo civîna bi HSDyê re û pêkanîna şandeya hevbeş pejirandiye û wan aliyên navneteweyî agahdar kiriye ku ew ji bo civînê amade ne.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif her wiha anî zimên:

"Îro sêşemê bi amadebûna berpirsên Hevpeymaniya Navneteweyî em bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re civiyan.

Mezlûm Ebdî kêfxweşiya xwe ji bo civîna bi Serok Mesûd Barzanî re da xuyakirin."

Feysel Yûsif amaje pê kir ku wan jî wekî ENKSyê di civînê de tekezî li ser yekdengî û yekrêziya gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Wekî ku Feysel Yûsif da zanîn civîn erênî bûye û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku divê şerê ragihandinê were rawestandin.

Feysel Yûsif amaje pê kir, eger rewş bi vî awayî be, dê di demeke nêzîk de ji bo pêkanîna şandeyeke hevbeş li hev bikin.

Kurdistan Haberleri

Wezareta Pêşmerge: Heta Adarê hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge dibin yek
Bereya Kurdistanî: Ragihandina Seroktiya Ehmed Şera neqanûnî û nedestûrî ye
Şirketeke çînî li Xaneqînê li petrolê dikole
OHD: Di xwepêşandanên qeyûman de 102 kes hatine girtin
Heyeteke PDK-Tyê Li Amedê Seredana PWKyê Kir