Navenda Nûçeyan - Partîyên Yekitîya Nîştimanî ya Kurdî û Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) bi amadebûna şandeyên ji her du alîyan, tevî fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê Sûrîyê William Robak daxuyanîyeke hevpar weşand û tê de destnîşan kir ku qonaxa yekemîn a dîyalogên yekitîyê bi dawî bûye û gihaştne nêrîneke sîyasî ya hevpar.
Hate dîyarkirin ku dê dîyalog li ser bingeha Peymana Dihokê berdewam bike û di rojên pêş de peymaneke giştî were îmzekirin.
Daxuyanîya hevpar wiha ye:
“Di 16’ê Hezîranê de şandeyên Meclisa Nîştimanî ya Kurdî li Sûrîyê û Partîyên Yekitîya Nîştimanî ya Kurdî pêvajoya destpêkê ji dîyaloga kurdî bi dawî kir û bi hev re gihîştin nêrîneke sîyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (rêvebirin, hevbeşî, ewlehî û parastin) ên Peymana Dihokê ya 2014’an bikin bingeha berdewamkirina dan û standin û dîyalogên di navbera her du şandeyan de, wê peymaneke giştî di pêşeroja nêz de îmze bikin.
Her du şandeyan tekezî bi hevkarî û yekitîya Kurdî li Sûrîyê kir û ev gav weke gaveke dîrokî ya girîng ber bi lihevkirineke mezintir û hevkarîyeke pratîk di berjewendîyên gelê Kurd li Sûrîyê û hemû pêkhateyên Sûrîyê de pêşwazî kirin.
Her du şandeyan ev xebat oxirî cangorîyên mezin ên ciwan û keçên Sûrîyê û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kirin ku jîyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkarîya DAIŞê.
Ev lihevkirin wek gava yekemîn a girîng e ku em bi sponserîya cîgirê şandeyê amerîkî yê taybet ji Koalîsyona Navneteweyî re balyoz William Robak û fermandarê gîştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) general Mezlûm Ebdî de gihîştinê.
Her du şande, ji bo însîyatîfa wî ya yekkirina rêza kurdî li Sûrîyê general Mezlûm Ebdî bi rêzdarî spas dikin û ji bo destek û keda wan a di yekkirina rêza kurdî de rêzdar serok Masûd Barzanî û serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin. Her wiha ji bo sponserî û desteka wan a bihêz ji bo yekrêzîya Kurdan û piştgirîya wan ji mîsogerkirina pêşerojeke demokrat û piralî li Sûrîyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin, dewleta Amerîka spas dikin.”