Peywendiyên di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de, di qonaxeke xerab de derbas dibin, ENKSê dibêje, ku Rêveberiya Xweser rê li ber azadiya karê siyasî digre, û hejmarek ji serok û endamên wan girtine. Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Xweser, wan tometan red dike û dibêje, ku ti girtiyên siyasî di zindanên wan de tune ne.
Ji destpêka krîza Sûriyê ve, krîza pêwendiyan, di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de jî, destpê kiriye.
Bi sedema cudabûna helwestan û hebûna nakokiyên siyasî, navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKSê) û Rêveberiya Xweser, bi rêveberîya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rewşeke nearam di pêwendiyan de peyda bûye.
ENKSê Rêveberiya Xweser bi wê yekê tometbar dike ku Rêveberî serok, endam û alîgirên ENKSê digire.
Li beramber wê jî, berpirsên Rêveberiya Xweser red dikin ku girtiyên siyasî di zindanên wan de hene.
Derbarê vê mijarê de serkirdeyê ENKSê û berpirsê birêveber ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S)ê, Mihemed Ismaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Girtiyên ENKSê û PDK-Sê li zindanên Rêveberiya Xweser û PYDê hene, lê kesên ku heta niha hatine berdan jî, hêj dosyeyên wan vekirî ne, bi wateya ku dibe di çi demê de be, careke din ew kes bêne girtin.”
Derbarê hejmara girtiyên ENKSê û PDK-Sê li cem Rêveberiya Xweser jî, Mihemed Ismaîl ji Rûdawê re got: “Em hejmar û navên girtiyên xwe, ku ew jî girtiyên siyasî ne, nadin ragihandinê, lê me lîsteyek bi navên wan girtiyan radestî rêxistinên navdewletî yên pêwendîdar kiriye û em di vî warî de, dixebitin, lê em hejmar û navên girtiyan di ragihandinê de, belav nakin, ji ber ku em naxwazin bangeşe û propaganda di vê pirsê de, bêne kirin, tenê daxwaza me serbestberdana wan girtiyan e, ku hinek ji wan ji sala 2013an ve girtî ne û hinek jî çarenivîsa wan ne diyar e.”
Hevserokê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser, Kenan Berekat ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Ti girtiyên siyasî yên ENKSê û ji bilî ENKSê li cem Rêveberiya Xweser nînin. Lê belê ew kesên ku ENKSê wan weke girtiyên siyasî binav dike, ne ji ber hizr, nerîn û helwestên xwe yên siyasî hatine girtin, lê belê girtiyên ku hene, bi hinek kar yan çalakiyên neyasayî û bêrêdan, rabûne êdî serpêçî kirine, lewma li gorî yasayê hatine girtin.”
Kenan Berekat herwiha got: “Li Rêveberiya Xweser sîstemeke yasayî heye, êdî çi kesê ku karekî neyasayî bike tê girtin. Girtin jî, ne li ser hizr, nerîn û helwestên siyasî ye.”
Derbarê hejmara gelek ya girtiyan, ku ENKSê behsa wan dike, lê wê hejmarê eşkere û diyar nake, Kenan Berekat got: “Di derbarê hejmara girtiyan de, zêderûyî ango (mubalexe) heye û girtî jî, ne siyasî ne."
Heta niha pirsa wan girtiyên ku ENKSê behs dike û Rêveberiya Xweser red dike, li Rojavayê Kurdistanê berdewam e û yekalî nebûye.