ENKSê daxwaza azadkirina Ebdulrehîm Temê kir

.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek derbarê girtina Ebdulrehîm Temê, endamê encûmena xwecihî ya ENKSê li Serê Kaniyê belav kir û tê de daxwaz ji HSDê kir ku destwerdanê bo ragirtina kiryarên bi vî awayî bike.

Di daxuyaniyê de, Sekreteriya Giştî ya ENKSê ragihandiye ku roja Yekşemê 9ê Çileya 2022an “Ebdulrehîm Temê li ser rêya Til Beyder-Dirbêsiyê ji aliyê çekdarên Asayişa PYDê ve hatiye revandin”.

Di daxuyaniyê de, ENKS dibêje ku ew van kiryaran bi tundî şermezar dikin û daxwaza azadkirina Temê û girtiyên din dikin.

ENKS herweha daxwazê ji fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê dike ku destwerdanê bikin û van kiryaran bi dawî bînin.

Ebdulrehîm Temê, Endamê Ofîsa Peywendiyan a Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê û Endamê Encûmena Xwecihî ya ENKSê li Serê Kaniyê ye.

Ofîsa Peywendiyan a Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê (ŞPKS) pêştir di daxuyaniyekê de ragihandibû, roja Yekşembê 9ê Çileya 2022an demijmêr 4ê sibehê Endamê Oîfsa Peywendiyan a partiya wan Ebdulrehîm Temê li gundê Til Xezal ê di navbera Til Beyder û Dirbêsiyê de hatiye neçarkirin ku hevjîn û zarokê xwe û birayê xwe yê xwedan pêdiviyên taybet di otombêlê de bihêle û ji bo cihekî nediyar hatiye birin.

ŞPKSê di daxuyaniya xwe de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di ber bûyerê û parastina jiyana Ebdulrehîm Temê de wek berpirsyar nîşan dabû.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir