ENKSê êrîşên Îranê şermezar kir û piştgirî da xwepêşandanên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê

.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê êrîşên Îranê li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê û xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek belav kir.

ENKSê di daxuyaniyekê de ku duh Pêncşembê 29ê Îlonê belav kiriye, amaje bi desteserkirina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî li Tehranê û bûyera canjidestdana wê û xwepêşandanên seranserî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji bo protestokirina hikûmeta Îranê kiriye û ragihandiye, hikûmeta Îranê wek bertek li beramber wan xwepêşandanan bi awayekî hîstrîk êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “weke bersiveke hîsterîk a rejîma Îranê Supaya Pasdaran bi mûşekan û dronên bombebarkirî axa Herêma Kurdistanê û baregehên partiyên Kurdistanî yên Îranê yên li wir û û li nêzîkî deverên niştecihbûyî bombebaran kirin, û hin topên wan li nêzîkî dibistaneke şagirtan ketin ku bi wê kiryara tawankar bû sedema gelek kes şehîd bûn û bi dehan kes birîndar bûn.”

ENKS di daxuyaniya xwe de piştevaniya xwe bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê di xwepêşandanên li dijî desthilata Îranê de ragihandiye û diyar kiriye, “Em bikaranîna hêzên ji aliyê Îranê ve li dijî xwepêşanderan û êrîşa li ser axa Herêma Kurdistanê protesto dikin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ENKS êrîşên Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê û armanckirina serwerî, ewlehî û aramiya gelê wê şermezar dike.

ENKS herwiha bang li civaka navdeweletî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî jî kiriye ku “tawanên Îranê” şermezar bikin.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de, ENKS herwiha daxwaz kiriye ku rê li ber destwerdanên Îranê di karûbarên welatên navçeyê de bê girtin û sînorek ji kiryarên Îranê re bê danîn.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn