Şanda ENKSê li Moskowê li Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mihail Bogdanov hevdîtinek pêk anî.
Şanda ENKSê, ligel Mihail Bogdanov pirsa Kurd li Sûriyê, rewşa wî welatî û Rojavayê Kurdistanê û gefa operasyona Tirkiye bo ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Herwiha yek ji babetên hatine gotûbêjkirin, pirsa komîteya destûrî ya Sûriyê bû, û nûnertiya Kurdan bû di wê komîteyê de.
Di heman demê de rewşa Rojavayê Kurdistanê û gefa operasyona Tirkiye, Komîteya Destûrê û pirsên din ên girîng girêdayî rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di rojeva civîna ENKS û Wezareta Derve ya Rûsya de hatine gotûbûj kirin.