Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî li ser bingeha belgeyên Neteweyên Yekbûyî li 20 welatan li ser nifûsa Kurdan lêkolîn kir. Karwanî dibêje li cîhanê 70 milyon Kurd hene.
Her çiqas gotina “40 milyon Kurd” a ku bi salan li ser nifûsa Kurdan tê gotin û ji aliyê her kesî ve hatiye hema hema hateqebûlkirin jî, lê heta niha lêkolîneke lihevkirî ya li ser vê mijarê li ber dest nîne. Lê Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî got ku ew 6 sal in li ser vê mijarê gelek lêkolîn û xebat kirine.
Mihemed Karwanî ku bû mêvanê Radyoya Rûdawê, got ku ew li ser belge û dosyayên Neteweyên Yekbûyî lêkolînê dikin û piştrast kir ku nêzîkî 70 milyon Kurd li 20 welatan dijîn.
Karwanî got, “Bi rastî ez ji salên 1990î ve li dûv vê mijarê bûm, lê ev 6 meh in ez gelek lêkolînan dikim. Di salên 90î de digotin 40 mîlyon e, min ji xwe pirs kir ku 30 sal şûnde ev hejmar çawa naguhere.”
Çend Kurd li kîjan welatî dijîn?
Li gorî daneyên ku Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî berhev kirine û ji Rûdawê re parve kirine, hejmara kurdên 15 welatan wiha ye:
1- Tirkiye û Bakurê Kurdistanê: 32.812.439
2- Îran û Rojilatê Kurdistanê: 18.281.137
3- Iraq û Herêma Kurdistanê: 7.949.571
4- Sûriye û Rojavayê Kurdistanê: 3.642.117
5- Almanya: 1.898.319
6- Welatên din ên Ewropayê: 1.892.691
7- Kazakistan: 892.638
8- Gurcistan: 758.009
9- Ermenistan: 699.571
10- Îsraîl: 592.622
11- Efxanistan: 312.075
12- Pakistan: 234.006
13- Misir: 153.561
14- Sûdan: 101.000
15- Bosna-Hersek: 8.788
Li gorî van daneyên lêkolînkirî, nifûsa Kurdan a cîhanê 70 milyon û 228 hezar û 544 e.
Lê Karwanî da zanîn ku hejmar tenê bi vê yekê re sînordar nîne.
“Kurd li gelek welatan dijîn”
Karwanî, diyar kir ku ji bilî erdnîgariya Kurdistanê û welatên ku Kurd bi hev re dijîn, li Almanyayê herî zêde nifûsa Kurdan heye û got, "Kurdên ku ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine û 60 sal in li Almanyayê dijîn hene. "
Mihemed Karwanî dibêje, “Kurd li gelek welatên cîhanê dijîn. Li derveyî erdnîgariya Kurdistanê nifûseke mezin a Kurdan heye. Minak ez bixwe çûm Bosna-Hersekê û min Kurdên wir dîtin. Ev 800 sal in li wir dijîn û xwe wek Kurd pênase dikin. Lê mixabin zimanê xwe ji bîr kirine. Min hejmarên wan ji rayedarên fermî wergirt.”
Bi gotina Karwanî wî ew Kurdên li welatên wekî Filistîn, Urdun, Kuweyt û Yemenê dijîn, nehesibandine
“Belgeyên rast û pêbawer in”
Mihemed Karwanî destnîşan kir ku ew bi Neteweyên Yekbûyî re dixebite û wiha domand: “Min ev belge ji saziyên pir pêbawer wergirtine. Belgeyên rast in, lê min soz da ku ez çavkaniya xwe bi tevahî eşkere nekim. Piraniya belgeyan bi Îngilîzî, Fransî, Almanî, Spanî û Îtalî hatine nivîsandin û piraniya wan yên van şeş mehên dawî ne. Niha min ew ji du beşan vekolandiye, beşek hê jî may.”
“Belgeyên 24 welatan din jî hene”
Lêkolînerê Kurd Karwanî da zanîn ku ji bilî belgeyên ku eşkere kirin, belgeyên 24 welatan din ên Kurd lê dijîn jî hene û got: “Divê ez vana piştrast bikim, ez li ser dixebitim. Wek mînak ez hewl didim ku nufûsa Kurdên Gurcistanê piştrast bikim. Kurdên li wir Kurdên Êzidî ne, bi zimanê xwe diaxivin, radyo û enstîtûyên wan jî hene.”
Karwanî bal kişand ser wê yekê ku ew derbarê nifûsa Kurdan de agahiyên ne piştrastkirî parve nekirine û got, “Mebest ew e ku hin hevalên min digotin ku li Misrê nêzîkî 4 milyon Kurd dijîn. Lê ez bi rayedarên Misrê re axivîm, min lêkolîn kir. Min nikarîbû piştrast bikim ku ewqas Kurd li wî welatî hene. Ez dixwazim li ser vê mijarê lêkolînek pir akademîk bikim û ji hestan dûr bisekinim. Ji ber ku ev tiştên ku dê bo dîrokê bimînin.”
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Mihemed Karwanî diyar kir ku dane û belgeyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vedigerin beriya sala 2004an û got, “Li Tirkiyê hejmara Kurdan zêde bûye. Her ku diçe hejmara malbat û zarokan zêde dibe, lê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê berovajî vê yekê ye û hejmara zarokan her ku diçe kêm dibe, ev tê wê wateya ku rêjeya Kurdan li hember nifûsa zêde ya Iraqê kêm dibe.”
Rûdaw