Navenda Nûçeyan- Hevserokê Desteya Cîbicîkar ê Herêma Firatê Enwer Mislim beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û derbarê rewşa Rojava, peywendîyên li gel Rûsyayê û lêgerînên ji bo destpêkirina danûstandinên li gel Şamê û herwiha rewşa Kobanîyê de axivî.
Enwer Mislim derbarê civîna li gel şanda Rûsî li Kobanîyê got ku ew şand ji berpirsên serbazî û Wezareta Derve ya Rûsyayê pêk dihat û got ku gotûbêj li ser dîyaloga me ya li gel Şamê û xizmetgûzarî di warê tenduristî, perwerde û warên din de hatin kirin.
Enwer Mislim, Hevserokê Desteya Cîbicîkar ê Herêma Feratê ku ew herêm Kobanî û Girê Spî li xwe digire, tekez dike ku berî niha gotûbêj tenê li ser belavkirina hêzên parastina sînor li deverên sînorî li hember êriş û gefên Tirkîyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û dîyar dike ku di warê sîyasî de ti gotûbêj nehatine kirin.
Ew şanda hatî bo ku çawa dikarin li gel sazîyên li ser erdê kar bikin, têkilîyan daynin û eger pêwîstî hebe hinekê alîkarî bikin.
Derbarê danûstandinên li gel rejîma Sûrîyê jî Enwer Mislim got ku peywednîyên di navbera herdu alîyan de qut nebûne lê heta niha ti encameke derkenetîye pêş û got, “Ji ber vê jî gelek rexne li hikûmeta Sûrîyê tên kirin. Divê gavên ji bo dîyalogê bên avêtin. Ji ber ku ev 8 sal e Rêveberîya Xweser hatîye avakirin, gelek sazî girtine destê xwe, di gelek sazîyan de pêşketin tê de çêkirîye. Aramî hatîye pêkanîn. Lê hikûmeta Sûrîyê heta niha jibilî civîna ji bo belavkirina leşkeran li ser sînor, ti gaveke din neavêtîye.
Enwer Mislim dîyar dike ku divê hikûmeta Sûrîyê gavan biavêje ji bo, “Aramîyek li herêmê bê pêkanîn û gefên Tirkan bên rawestandin” û dibêje, “Li derveyê wê yekê gefên Tirkan dê berdewam be.”
Ew berpirsê Rêveberîya Xweser dîyar dike ku nîqaşên ku heta niha hatine kirin bo çawanîya sekinandina gefên Tirkîyê û pêkanîna rêkevtina Soçî ya di navbera Rûsya û Tirkîyê de ye û dibêje, “Lê mixabin ew deverên hatine dagirkirin û êrişên li ser Eyn Îsayê heta niha jî berdewam e.”
Enwer Mislim derbarê helwesta Rûsyayê de jî dibêje ew bawer nake nêzîkatîya Rûsyayê li hemberî Rêveberîya Xweser weke ya li Dera û deverên din be ku grûpên çekdar tê de belav bûne û dibêje, “Li vê derê rêveberîyek heye, hêzeke sîyasî heye, pêketineke civakî heye. 5 milyon kes li vê herêmê dijîn.”
Derbarê pirsa, ‘Gelo metirsîyek heye ku Rûsya Kobanîyê radestî Tirkîyê bike an jî zexta li ser we bike bo ku we daxwazên xwe li ser we ferz bike?’ Enwer Mislim got, “Ji alîyê Rûsya û dewletên din ve garantî her çiqas hebin jî, metirsîya dewleta Tirk li ser herêmê heye. Ev rastîyek e. Ji ber ku Tirk vê rêveberîya hatîye avakirin bo xwe weke metirsî dibînin. Yanî, Kurd dixwazin li gel pêkhateyên din bi hevbeşî û di nav aramîyê de bijîn, lê mixabin dewleta Tirk her gefan dixwe. Rûsya niha li vê derê ye û dibêjin ji bo ku gefên Tirkan pêş nekevin ew li vir in. Lê heta niha weke Rêveberîya Xweser gefên Tirkan, xetereyên Tirkan bi cidî dibin. ”
Di dewama gotinên xwe de Mislim derbarê gefên Tirkîyê de amaje bi yekitîya nav alîyên Kurdî kir û got, “Ji bo ku ev metirsî ji holê rabe divê di xeta netewî, yan jî di xeta mala Kurdî de zêdetir gav bên avêtin. Divê yekhelwestî, yek nêrînî û yekmalî derkeve bo ku ev gefên tên werin sekinandin.
Li ser daxuyanîyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên ji bo berdewamkirina alîkarîya bo Kurdan, Enwer Mislim got, “Li Herêma Firatê ti hebûna Amerîkayê tune ye. Niha hêzên Sûrîyê li rojhilat û rojavayê Kobanîyê hene.”
Enwer Mislim derbarê bandora şer li ser Kobanîyê û piştî qutbûna rêya li gel Girê Spî, rewşa Kobanîyê de got, “Helbet bandore heye. Ji ber ku Girê Spî û hinek gundewarên wê jî ketin destê çeteyan û dewleta Tirkîyê. Ew miletê ku koçber bûne berê xwe dan Kobanîyê, Eyn Îsayê û vê yekê giranîyek daye ser me. Li xizmet berdewam e. Lê mixabin di alîyê gel de jî, di alîyê qutkirina rêyan de jî, di alîyê buhabûnê de jî tengasîyek heye û ev yek dibe giranîyek jî li ser Rêveberîya Xweser. Lê di alîyê xizmetê, binesazîyê, avê, karebayê de dezgeh dixwazin xelkê razî bikin. Ev êrişên dewleta Tirk bandoreke gelek giran li ser herêmê kir.”
Derbarê proseya jinûveavakirina Kobanîyê de jî Hevserokê Desteya Cîbicîkar ê Herêma Feratê Enwer Mislim dîyar dike ku DAIŞê rûxandinek mezin li pey hişt û dibêje, “Bi hezaran malên xelkê hatin rûxandin, binesaz, hatibû xerabkirin. Gelek sozên ku rêxistinên navdewletî dabûn, di destpêkê de jî pêk nehatin. Tenê çend rêxistin hatin karê tendurstîyê û xizmetê kirin, lê di alîyê giştî de nekirin. Rêveberîya Xweser ev kar kirin, di alîyê şaredarî, tendurstî, dibistan û di hemû alîyên din ên xizmetê de Rêveberîya Xweser ev erk li xwe girtibû. Piştî êrişa Tirkan gelek rêxistinan ji herêma me vekişîyan û ber bi Reqa û Başurê Kurdistanê ve çûn.”
Çavkanî: Rûdaw