Enwer Muslim û Ayşe Hiso bûn hevserokên nû yên PYDê

Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim û Ayşe Hiso wek hevserokên nû yê partîyê hilbijatin.

Navenda Nûçeyan - PYDê ji duhî ve li bajarokê Rimêlanê kongreya xwe ya 8emîn bi dirûşma "Bi yekitîya demokratîk em ê dagirkerîyê têk bibin, Rêveberîya Xweser bi pêş bixin û Sûrîyeke demokratîk ava bikin" encam dide.

Di kongreyê de îro piştî pesendkirina Tuzuka Navxweyî, Enwer Muslim û Ayşe Hiso wek hevserokên nû yê partîyê hatin hilbijatin.

Enwer Muslim di sala 1976an de li bajarê Kobanî jidayîk bûye û li bajarê Helebê beşa hiqûqê qedandîye û di sala 2005an de, xwe di Sendîqeya Parêzeran a Helebê de tomar kir û beşdarî xebatên mafên mirovan bûye.

Herwiha Enwer Muslim wekî Serokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanî jî hatibû hilbijartin.

Eyşe Hiso di 7ê Gulana 1978an de li gundê Şêx Xurzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ji dayîk bûye. Astên xwendinê yên seretayî, navîn û amadehî li bajarê Helebê xwendîye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e