Enwer Umer Seîd: Bila bên bibînin ka çi anîne serê kurdan!

Endamekî tîma vedana gorên bi kom yên li devera Semawe ya Iraqê daxwaz dike, rojnamevan û derhênerên fîlman û dîplomat û nûnerên welatên biyanî serdana wê deverê bikin û bi çavên xwe bibînin ka çi anîne serê gelê kurd!

Endamekî tîma vedana gorên bi kom yên li devera Semawe ya Iraqê daxwaz dike, rojnamevan û derhênerên fîlman û dîplomat û nûnerên welatên biyanî serdana wê deverê bikin û bi çavên xwe bibînin ka çi anîne serê gelê kurd!


Çend roj berê goreka din ya bi kom ya komkujkirin û jenosîda gelê kurd li devera Semawe li parêzgeha Musena ya Iraqê hat dîtin. Paşê çend tîm bo vedana wê gorê pêk hatin.


Endamekî yek ji tîmên vedana gorên bi kom bi navê Enwer Umer Seîd li ser rûpela xwe ya facebookê bangawaziyek belav kiriye.


Enwer Umer Seîd bang li Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê, Serokatiya Parlementoya Kurdistanê û tevahiya dezgehên fermî û sivîl yên Kurdistan û Iraqê kiriye, rojnamevan û derhêner û balyoz û konsûl û dîplomat û dezgeh û saziyên navdewletî bînin bila bi çavên xwe bibînin çi anîne serê kurdan.


Wî endamê vedana tîmên gorên bi kom her wiha gotiye, bila bên û bibînin ka 31 sal berê çawa zarokên sava li ber himbêzên daykên xwe bi saxî hatin çalkirin! Wan 31 sal berê çavên xwe li hember vê jenosîdê girtin lê bila niha bibînin…Bila bên bibînin 31 sal berê, beriya roja heşrê, qiyamet bi ser kurdan de hat…!
 

Kurdîstan Haberleri

Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir
Heyeta PWKyê  Li Parlamentoya Hollandayê Li Gel VVD (Partîya Gel a Azadî û Demokrasîyê) Hevdîtinek Pêk Anî
ZAXO - Keçeke din a Kurd a Êzidî hat rizgarkirin
Hosteya dawî ya qir û qafikan: 45 sal in vî karî dike
Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn