Erdal Kaya dê li Kanadayê bi ‘Zikopişto’yê derkeve pêşberî temaşevanan

.

Şanogerê Kurd ê navdar Erdal Kaya dê li Kanadayê bi standupa xwe ya bi navê “Zikopişto”yê derdikeve pêşberî temaşevanan.

Yek ji şanogerên Kurd ên serkeftî ku di van salên dawî de bi stand-upên xwe eleqeyeke zêde dibîne Erdal Kaya ye.

Erdal Kaya ku berê bi stand-upa xwe ya bi navê "Vik û Vala" du salan li ser dikê bû, vê carê dê li Kanadayê bi Zikopiştoyê bi hezkirên stand-upê re bê cem hev.

Standu-pa ku bi organîzeya Bêje Productionê pêk were dê 18ê Gulanê 2025an, saet 19:00an li Prosserman JCC & Schwartz / Reisman Centera Torontoyê derdikeve pêşberî temaşevanan.

Erdal Kaya çavdêriyên xwe yên jiyana rojane bi jêhatîbûna xwe ya pêkenînê re dike yek û di vê gera xwe de pêşkêşî temaşevanan dike.

Kurdistan Haberleri

Sûdanî û Şer li Dohayê civiyan
Serok Barzanî, Agit Kabayel pîroz kir
Li Efrînê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Kongreya Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê hat bipaşxistin
Berpirsê berê yê PKKê Seyda Yûsif Muslim: Ji bo PKKê jî aşkera bû ku Serok Barzani dikare pirsgirêka Kurd çareser bike