Erdhej  û  Dewlet

Nuri Aldur

Em gelek caran ji mexdûrên erdhejê anjî ji xizm û dostên mexdûran pirsên ”ma kanî dewlet” anjî ”ma dewlet li kûye” dibihîzin û guhdardikin;  û evan pirsan helbet pirsên di cihên xwe de ne û rastin!   Lê bawerim pirsên ku hên bêhtir di cihên xwe de û hên rasttir evin, ku ”ma  dewleteke çawa” anjî ”ma dewleta çilo” ne. Ji ber ku merov dikarê hêvîyan ji wan kes-û kesên ku merov ji wan bi bawere bikêye, û dikarê daxwazan û gazinan û bike.Dîyare ku bi milyonan hemwelatî, dewletê mîna parêzgera xwe/mîna emîn- û temînata xwe nabînin; ewan wê bîlakîs bê-kalîte, bê-berpirsîyarîyet, ne-gelevîndar û ne jî wê xwedî felsefe- û hedefên bilindkirina refah û hûzûra gel û welat dibînin. Eger rewș wehabê, bê guman felaket û qîyameta ku erdhejê anî  serên qurban û mexdûran wê ne gelekî ecêb- û seyrbê.  

Her kesekî ku xwe hinek demokrat (lîberal/sosyalîst/konservatîv ferqnakê) dizanê, xwedî wê zanyarî û bawerîyêye ku wezifa dewletê ewe ku gel- û hemwelatîyên xwe bi hemî awayan û li her derî biparêzêye. Em hemî dizanin (hatîya dokumentkirin/îspatkirin) ku bi dehhezaran kes di wan 4-5 rojên pêșîn yên erdhejêde ji bêberpirsîyarî û ne-merovatîya dewletê mirin – eger ev ne qetlîam anjî  komkujîbê, ma wê çibê navê vî tiștî? Xwedyên dewletê, bê șerm û bê fedî, bangdikin ku wan xizmet birine mentîqa erdhejê, birîn dermankirine, pere daine mexdûran ûhw..

Lê li gor röportaj û hevpeyvînên li mentîqê  û  li gor ewan kesên ku niha barkirine û li Mersin, Izmir û Stambole dijîn resim tiștekîdine – ewan xwe mîna bê-kes û kûs, bê-cîh û war, birçî û hejar dibînin. Îroj jî, serê meha nîsanê jî, hê mexdûr û gel feqîr û belengaza, bê xwedî û xwedana. Li vir dîyardibe ku pirsa ”dewleteke çawa û çilo” rasttir û giringtirre. Kalîte, jêbawerbûn û karîzma dewletê pêștirî  hemî tiștîye. Hem alimên berê û hem jî yên dema  me yî modern li ser fenomena dewletê,  gelekî serên xwe êșandine, dîtin û șîretên balkêș bo nifșên xwe û yên duv xwe re hiștine û kirine. Hinekan ji van aliman weha gotine: ”dewlet nabêt despotbê” anjî ”divêt dewlet ne-makîna kuștin û zilmêbê.”(1)                    

Girtîgeh û zîndanên dewleta tirkan ji kesên dijberên(muxalif) xwedî dewletê tijîne û bi milyaran mesref li wan girtîgeha diçê,  ji roja erdhejê(6 ê sibatê) heta îroj dîse bi milyaran pere li droner û balafirên șer li Rojava û Bașûrên Kurdistan masraf dikin - kurdan dikujin û Kurdistan tar û mar dikin. Fermo bibînin kalîte û karakterê dewleta tirk? Ewan ji bo  mexdûr û qurbanên erdhejê tiștek feda nekirine – ewan ji bo kesên ku iroj li mentîqa erdhejêne xizmet û jîyaneke normal (ez nabêjim jîyenek baș û xweș) pêșkêșî hemwelatîyan nekirine. Ji bo wan qodamanên dewletê ”bere kurd nebne xwedî dewlet” ser hemî tiștîreye.           

Dîn, îman, îslam û quran jî,  li cem wan palawra û derewin, bo wan hedef û armanc ewe ku tenê kurd nebne xwedî welat- û dewlet: bi dehhezaran, sedhezaran kesên ji Maraș, Adiyaman, Hatay mirine – ne derde bo dewleta despot û tîran. Bo wan ya herî șart ewe ku ewan li ser textên xwe bimînin,  metod û sîstem çidibê-bilabê: ha saltanata pașa û siltan, ha rejîma general û komûtan anjî komên çete- û mafîan. Halî hazir; kesên bê pișt-  û dost feqîrê kurdan.     

                                                                                                      

Çavkanî                                                                                                          

 1) Mi ji lîteratûr-  û felsefa Platon û Montesquie yan li ser dewletê û modernîzma îroj hinek îstîfade kirîye.

Nuri Aldur