Hat ragihandin îro piştî nîvro dora di demjimêr 15.00an de erhejek bi pileya 4.7an li Bajarê Xaneqîn a Başûrê Kurdistanê û herwiha li deverên wekî Qesre Şîrîn, Serpêl Zehaw, Gêlanî yên Kirmanşana Rojhilata Kurdistanê rû da.
Li gor zanyarîyên hêyî, heta niha zîyanên madî û gîyanî nehate eşkerekirin û piştî erheja mezin, çendîn erdhejên kêmhêz jî pêk hatin.