Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên malpera nîv fermî ya Îranê Mîhir ew erdhej demjimêr 12:37ê li gor dema Îranê, bi hêza 5.1 pêkhat.
Li gor heman çavkanîyê erdhej 7 kîlometre bin erd de pêkhat û navenda wê jî bajarokê Fîruzabad Elişter a ser bi Xurremawa pêkhatîye.
Hat zanîn ew erdhej li bajarên Birûcêrd û Nûrabad û derdora wê jî hatîye hestpê kirin û ji ber wê jî tirs çêbûye û xelk rijyane ser şeqaman.
Heta naha derbarê zîyanên gîyanî û madî de ti zanyarî û hûrgilî belav nebûne.