Erdhejek li parêzgeha Urmiyê çêbû û nêzîkî 235 kes birîndar bûn

.

Serê sibeha îro erdhejek li navçeya Xoy a parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê çêbû û li gor axaftina Rêveberiya Kontrola Krîzan a Parêzgeha Urmiyê, nêzîkî 235 kes birîndar bûne. Li parêzgehên Wan û Colemêrgê yên bakurê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Rêveberê Kontrola Krîzan a Urmiyê Emîr Ebas Caferî îro Çarşembê 5ê Cotmeha 2022ê ragihand ku beşek ji wan kesên dema xwestine birevin daku erdhej bandore li wan neke birîndar bûne û çareseriya bilez bo wan hatiye kirin.

Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê dibêje, navenda erdhejê bajarê Xoy ser bi parêzgeha Urmiyê bûye û hêza wê jî 5.4 pile bûye.

Navenda Tomarkirina Erdhejan a Îranê herwiha dibêje erdhej vê sibê demjimêr 03:51 deqe çêbûye û di navbera saet 04.00 heta 07.00 sibê de erdhejên biçûk jî rûdane.

Rêveberê Heyva Sor a Urmiyê Şehram Mîrzayî îro Çarşembê ragihand ku 10 tîm bo navçeyê hatine şandin daku derbarê zerar û ziyanan de lêkolînê bikin.

Li aliyê din Rasatxaneya Kandilli ya Tirkiyê ragihandiye ku îro Çarşembê 5ê Cotmeha 2022ê demjimêr 03:21 deqe li bajarê Xoy erdhejek bi hêza 5.8 pile û kurahiya pênc kîlometre çêbûye.

Herwiha navenda wê bajarê Xoy bûye ku 62 kîlometre dûrî bajarokê Elbak ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye. Li herdû parêzgehên Wan û Colemêrgê jî hest bi erdhejê hat kirin ku ligel Rojhilatê Kurdistanê hevsînor in.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn