ERDHEJ/zelzele

Nuri Aldur

 

Felaketên tabîatê her çêdibin û we her jî çêbibin, kî ev jî qanûna tabîat-  û dinyayê ye. Lê hêz, form û netîceyên van feleketan li gor bê ma beșer-  û merovatîyê çi amade kirîye –  xwedî çi hizr- û bawerîye – çi tedbîr- û rê libergirtinan dikêye.                                                            

Di demeke ku li hinek deran bawerî- û tezên ku mirinê ji holê rakin anjî jîyana kesan dirêjtir bikin(her çiqas ûtopî jî be) têt mûnaqeșekirin, li welatê mîna Kurdistan hê jîyan(kar û îș, milk û mal, cîh û war, ilm û zanyarî, sîyaset û dewlet ûhw…) pir primitîv(pașketî/nemodern) e. Rejîmên dîktatorî(xedar û zilm, bê fedî- û bê șerm, hov û barbar)yên ku Kurdistan dagir kirine xwedî hizir/fikir/mêjî û bawerîyên genî-  û pîsin. Ewan rezîl û qesîsin. Ewan dijminên termînolojîya hemû tiștên Kurdistan û kurdin: bê guman evan rejîman bo fiqr- û feqîrên/kesên xwe jî dilreș- û bê ol û bê ojdanin/bê xîret û mîna wahșanin. Lê helbet ewan her tim bo xwe kûștin- û qetlkirina kurdan hêsantir dîtine û ji ber ku neteweya kurd jî bê xwedî û tenhaye - ewan hemî awayên metod- û qelpezengîyan li vi gelê bindest kirine. Derveyî heps û zîndan/kuștin û qetlîam;  ewan felsefe (hizr/fikir) ya xwe yî bi navê dîn, qeder û îman –  îslam û misilman - șexsîyetên hîç - rûșwet û ferman li welat kirin standard û peyman.                                                                  

Li gelek bajarokên bakurî Kurdistan (wek mînak ez karim Midyadê bibêjim) pêwîstîya xanîyên nû ne pir hebû. Ji ber ku tû endustrî anjî bazirganîyeke wilo bi hurm û gurm jî tuneye, pirs û pêwistîya gelek xanîyan jî nîne. Lê hûkûmeta kurddijmin gelek xanîyên qatbilind li wir avakirine. Û hemî kes qala sextekarîya ku di avakirina van xanîyande hatîya kirin dikê:hesinkêmî/çementokêmî–ne saxlemîya rikn û temel- hîle û dizîya mihandiz û șaradarîyan her li ser zimanên milete. Eger erdhejeke mîna nîvê dereceya ku li Adiyaman û derên din çêbû – li Midyad, Batman, Nisêbînê jî çêbibe; wê rewș ji yan van derêndin ne kêmtirbe.                                             

Kes ji me ne dijî avabûn- û avakirina bajorok û bajarana. Lê eger sîstema îdarî ne xwedî dad- û hûqûqbe/ne xwedî dilxwaz- û piștgirê kurdan û kurdîbe wê hertim felaketên wilo bêne serê kurdan. Dewlet ne dewleta kurdana, bîlakîs ew azraîl- û dojeh/cehenema wana. Hêstirê wan(eger hebin) yên tîmsahana. Dilșewatî bi wan re tûneye, ji ber ku qûrban: zêr û zaç, pîr û kal, kes û kûsên kurdana û ew ji neslên Medana  - ne ji jöntürk, osmanî  û neslên turana.                                   

Ez sersaxîyê ji hemî kes û xizmên ku kes û xizmên wan bûn qurbanre dixwazim û dikim.                                                                                        

Ezê vê nivîs a xwe bi çend rêzên helbesteke hevalekîmini hêja(1) ku donê bo min rêkirîye tewaw bikim:                                            

  ”……Zarok û bûk û kalên me                                                                              

Li çol û çîya û zîndanin bin                                                                           

Yan di binê kavilanda ma bin……..”.                                                                 

1) Sîpan: bavê komîker û hûnermend Soran Îsmaîl a.