Bi biryarnameya Serokkomariyê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê hat dabeşkirin û Wezîra Bazirganiyê Rûhsan Pekcan ku derketibû holê dezenfektanan ji şîrketa xwe kiriye ji peywirê hat girtin.
Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan, revîzyona qabîneyê pêk anîbûn. Li gorî biryarnameya ku bi îmzeya Erdogan hat weşandin, Wezîra Bazirganiyê Rûhsan Pekcan ku derketibû holê dezenfektanan ji şîrketa hevpar a xwe û hevjînê xwe kiriye ji peywirê hat girtin. Li şûna Pekcan Serokwekîlê Koma AKP’ê Mehmet Mûş hat peywirdarkirin.
Bi biryarnameyê Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê dabeşî 2 wezaretan hat kirin û Wezîr Zehra Zumrut Selçûk ji peywirê hat girtin. Bi vê re hejmara wezaretan ji 16’an derket 17’an. Li gorî biryarnameyê, Wezareta Xizmetên Civak û Malbatê û Wezareta Xizmetên Ewlehiya Civakî û Xebatê hatin avakirin. Erdogan, ji bo Wezareta Xizmetên Civak û Malbatê Derya Yanik û ji bo Wezareta Xizmetên Ewlehiya Civakî û Xebatê Vedat Bîlgîn peywirdar kir.
Siyaset Haberleri
Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e