Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan derbarê egera operasyoneke bo ser Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê û ew navçeyên di jêr kontrola HSDê de ragihand heta nîgeraniyên wan yên ewlehiyê neyên bi dawî anîn ew operasyon dê di rojeva welatê wî de be. Erdogan dibêje:”Divê Amerîka ji Rojhilatê Firatê derbikeve. Ji ber ku Amerîka piştevaniya rêxistinên terorî yên li wir dike û ew rêxistin bi saya wê li ser piyan in.”
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan îro 20ê Tîrmeha 2022an di vegera xwe ya ji Tehrana paytexta Îranê de derbarê naveraka serdana xwe û civîna sê alî ya di navbera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn de di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan derbarê egera operasyoneke welatê wî bo ser Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê de got, ”Mijara operasyoneke nû heta nîgeraniyên me yên niştîmanî neyên nehiştin dê di rojeva me de be.”
Recep Tayîp Erdogan got ku wan di wê civîna sê alî ya li Tehranê de derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyê de nêrînên xwe bi hev guherîne û got, ”Me pêdagiriya xwe çareseriya krîza Sûriyê di proseya siyasî de anî ziman. Me ji bo rûbrûbûna terorê, alîkariyên mirovî û vegera bi ewlehî ya Sûriyan bo welatê wan tekeziya xwe careke din dûbare kir.”
Erdogan ameje bi wê yekê da ku derbarê çareseriya krîza Sûriyê de di navbera Rûsya, Tirkiye nêrînên cuda hene lê dibêje “Derbarê mijara terorê de li dijî rêxistinên terorî yên PKK, PYD û YPGê bivê nevê em dibin yek. Niha rêxistina terorî petrola di bîrên li Rojhilatê Firatê de derdixe û difiroşe rejîme. Rewşeke bi vî awayî heye.”
Serokkomarê Tirkiye derbarê helwêsta Amerîkayê ya li dijî HSDê li Rojavayê Kurdistanê ku yek ji hevpeymanê wê yên girîng ên rûbirûbûna dijî DAIŞê de ye jî dibêje, “Amerîkayê di serdemên berê yên Serokayetiyan de bi hezaran barhilgir çek alîkariyeke cidî ya daye rêxistinên terorî û ev yek hêj jî berdewam dike. Hêzên koalîsyonê jî bi heman awayî piştevaniyê dikin. Me di civînên xwe de ev yek gotiye birêz Biden jî.”
Erdogan herwiha dibêje, ”Leşkerên Amerîkayê yên li wir (Rojavayê Kurdistanê) rahênanê bi endamên rêxistina terorê re dikin û di vê perwerdê de jî alên rejîmê bilind dikin. Ji bo çî? Ji bo xapandinê ye. Karê ku ew dikin pêkanîna çalakiyên terorî ye li dijî leşkerên Tirk ên li wir. Li vir bi rakirina ala rejîmê hewil didin Artêşa Tirkiye bixapînin. Le em nayên vê lîstikê.”
Serokkomarê Tirkiye ragihand ku divê Amerîka ji Rojhilatê Firatê derbikeve û got, “Tişta ku ji civînên astana derketiye ev e. Ji ber ku Amerîka piştevaniya rêxistinên terorî yên li wir dike û ew rêxistin bi saya wê li ser piyan in. Çi li Rojhilatê Firatê, çi jî li Idlib û Efrînê li hemû geşadênên li vir em di hestiyariyên xwe de berdewam dikin. Tişta ku ji serî de me gotiye ew ku ji sînor heta 30 kîlometreyên Başûr, di rûbirûbûna me ya terorê ya li vir de, em dixwazin Rûsya û Îran jî li cem me be. Li vir piştevaniya ku pêwîst nedan me. Me ev yek ji brêz Putîn û Reîsî re jî got.”
Rûdaw