Erdogan di panêlekê de ku di çarçoveya Korbenda TRT World de li Stenbolê birêve diçû, li ser rewşa Sûriyê û hebûna hêzên leşkerî yên Tirkiyê li wî welatî axivî û amaje bi egera vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê kir.
Erdogan got: “Heta ku gelê Sûriyê hilbijartinan neke, em ji Sûriyê paşve venakişin. Her dema ku gelê Sûriyê bijardeya xwe hilbijart, piştî hilbijartinan em dê Sûriyê ji bo xwediyê wê bi cih bihêlin û em dê ji wê derê vekişin.”
Serokomarê Tirkiyê herwiha amaje bi şandina çakan ji aliyê Amerîkayê bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û derxistina astengiya li hember Tirkiyê bo kirîna çekan ji wî welatî kir û da xuyakirin, her dema ku Tirkiyê daxwaza çekan ji Amerîkayê kiribe, di bersivê de ji wan re gotine ku Kongrês rê nade ku hikûmet çek bifiroşe Tirkiyê, lê belê kongrêsê çavê xwe li ser fayîna çekan bi YPGê û PYDê girtiye.
Recep Tayyip Erdogan herwiha behsa Minbicê jî kir û diyar kir: “Amerîka weke hemû carên din sozên xwe nahîne cih û vê carê jî li ser pirsa Minbicê poşman bûye, lê belê me dê helwesta xwe hebe.”