Erdogan: Em daxuyaniyên John Bolton qebûl nakin

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan rexne li Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton girt û got, ew şaşîtiyeke mezin dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li Parlemantoya Tirkiyê di civîna Ak Partiyê de gotara xwe ya heftane pêşkêş kir û got: “Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton şaşitiyeke mezin kiriye dema got divê hevalbendên wan yên Kurd bên û beyî mîsogerkirina  parastina Kurd ji Sûriyê venakişin.”

Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton berî du rojan li Îsraîlê got: “helwesta Serokê Amerîka ew e, bê parastina Kurdan li Sûriyê venakişin.”

Erdogan careke din gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser rojhilata Firatê xwar û got: “Em ti carî gav bi paş ve navêjin, ew kesên karîdora terorê li Sûriyê çêkirine dê dersên pêwîst bibînin. Li cem me PKK, PYD, YPG û DAIŞ yek in û tu cudahî di navbera wan de nîne.”

Herwiha got: “Amerîka li Minbicê gelekî me mijûl dike, lê dîsa em bi pêş ve diçin. Ji bo rojhilata Firatê em bibiryar in û hemû cîhan vê yekê dizane.”

Got jî: “Di pêwendiya telefonî ya bi Trump re dîrokî ye û min nerazîbûnên xwe bi aşkere gotin ku ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwîstiya we bi PKK û PYDê nîne. Tirkiye bi artêşa Azad a Sûriyê re dikare êrîşî DAIŞê bike.”

Amaje bi pêwendiya telefonî ya bi Serokê Amerîka Donald Trump re kir û got: “Her çi em bi Trump rêkeftibûn, lê ji aliyê berpirsên din ên Amerîkarê ve dengên cuda tên. Biryara Trump a derbarê Sûriyê ji bo me referansa sereke ye. Li gor rêkeftina min bi Trump re me amadekariyên xwe ji bo operasyona li dijî DAIŞê kirine. Herwiha bi DAIŞê re em ê li dijî PKK û YPGê jî gavan bavêjin. Di demeke nêzîk de ev rêxistinên terorîst li ser xaka Sûriyê tên jinavbirin.”

Got jî: “Hin bêbextî li Tirkiyê tên kirin û dibêjin Tirkiye dê Kurdan bikuje, lê ew rastiya Sûriyê dizanin çi ye. Ew ên zanyariyên wan zêde li ser Sûriyê tune ne, dixwazin civaka navnetewî bixapînin. Em ne Kurdan dikujin, em teroristan dikujin.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin