Erdogan: Em ê bo tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê referandumê bikin

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku ji bo yekalîkirina pirsa tevlîbûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa, ewê referandumê bikin.

Receb Teyib Erdogan dilgiraniya xwe beramberî siyaseta dijatiya  Misilmanan ji aliyê Ewropiyan ve da xuyakirin û got: Heger danûstendin li gel Yekîtiya Ewropayê bi vî awayî be, em ê referandumê bikin û heger em bibin endam di wê Yekîtiyê de, emê gelek tiştan pêşkêş bikin.

Erdoğanî herwiha got: Em di sala 2018an de ne, lê hîn jî em li benda tevlîbûna Yekîtiya Ewropa ne.

Erdogan tekez kir, ku hin welatên endam di Yekîtiya Ewropa de, dijatiya Misilmanan dikin, lewra bi wan nexweş e, ku welatekî Misilman tevlî Yekîtiya wan bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin