Roja sêşemê 21.07.2020an Serokkomarê Tirkîyê di gotarekê de ku li Enqere pêşkeş kir, behsa piroseya helbijartina giştî li Sûrîyeyê kir û got: “Niha helbijartin birve diçe, ewan navê wê kirîye helbijartin. Heta wê dema gelê Sûrîyeyê digehe azadîyê, aştî û akincîyê, em di wî welatî de dimînin.”
Erdoganî rexne li welatan jî girt, ku bangeşeya wê yekê dikin ku di demikratîyê de pêşkevtine û got: Ew bêdengin li beranber naçarkirina hevwelatîyên Sûrîyê da ku biçin ser sindûqên dengdanê.
Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mûelîm di dema dengdanê û pişikdarîyê de li helbijartinên giştî yên welatê xwe ragehandibû, gelê Sûrîya rijde li ser rizgarkirina axa xwe û dawî hînanê bi vemana nayasayî û narewayane ya hêzên bîyanî û ev helbijartin jî tekez dike, ku pêvajûya demokratîyê li Sûrîyê dê serkeve.