Erdogan gefa operasyonan xwar: Ti kes nikare rê li ber me bigire

.

Serokkomarê Tirkiyeyê gefa berdewamiya operasyonên artêşa welatê xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê xwar û got, “Ti kes nikare rê li ber me bigire.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li baregeha navendî ya Şirketa Hevpar a Pişesaziya Feza û Hewavaniyê ya Tirkan (TUSAŞ) di merasîma radestkirina helîkoptera T 2625 Gokbeyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

2 gerîlayên HPGyê 23ê vê mehê li navçeya Kahramankazanê ya Enqereyê êrişî TUSAŞê kir û di êrişê de 5 kes hatin kuştin û 22 kes jî birîndar bûn.

“Heta em bigihin armanca xwe operasyon dê berdewam bikin”

Erdogan di axaftina xwe de êrişa li dijî TUSAŞê bi bîr xist û got:

“Ev êrişên xayîn bi ti awayî pêdagirî û jidilbûna me ya di têkoşîna terorê de naşikîne û me ji rêya me venagerîne.

Ev êrişên wiha gevizînên dawî yên rêxistina dabeşker in.

Di paşeroja welatê me de bi ti awayî cihê tundûtûjiyê û terorê nîne.”

Erdogan her wiha gefa berdewamiya operasyonên li nav axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî xwar û got:

“Çi li nav sînorên me çi jî li derveyî sînoran, em li kû derê gefeke terorê ya li dijî welatê xwe tespît bikin ti kes nikare rê li ber me bigire ku em wê ji holê ranekin.

Em ji bo vê yekê jî xwe ji bikaranîna hemû derfet û amûrên di destê me de û bikaranîna hemû wasiteyên ku terorê bi dawî tînin nadin paş.

Me di salên dawî de bi saya konsepta me ya rûbirûbûna terorê derbên giran li rêxistina dabeşker xistin.

Em bi operasyona Pençe Kilîdê ewlehiya sînorê xwe yê Îraqê pêk tînin.

Me bi operasyonên xwe yên li Sûriyeyê jî metirsiya terorê ji bajarên xwe yên sînorî dûr xist.

Heta em bigihin armanca xwe em dê vê têkoşînê bidomînin.”

Kurdistan Haberleri

ENCAMÊN FERMÎ HATIN: Kê çend kursî standin?
Îbrahîm Biro: Kurdistana Sûriyeyê baca êrişa li Enqereyê dide
Merasima Salvegera şehîdkirina “Sarîna Saêdî” bi beşdariya xelkê Sinê bi rê ve çû
ROJAVA - Çekdaran di mehekê de 41 kes girtine
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (306)