Erdogan: Hêzên Tirkiye ligel yên Rûsî li Qerebaxê bicih dibin

.

Piştî ku doh bi serpereştiya Rûsyayê peymana bidawîanîna şerê Qerebaxê di navbera Ermenistan-Azerbaycanê de hat îmzekirin Rûsyayê ragihandibû ku hêza rûsî ya parastina aştiyê di çarçoveya peymanê de tê bicihkirin.

Tevî ku Tirkiye wek aliyekî di peymana agirbestê de cî negirtibû jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 11ê Mijdarê ragihand ku Tirkiye jî di nav hêza hevbeş a parastina aştiyê de li gel hêzên rûsî cî digire.

Erdogan ragihand ku îro beyaniyê protokola Navenda Rûs-Tirk bo Qerebaxê hatiye îmzekirin.

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!