Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê li bajarê Mêrdînê axivî û got: Gelek nêzik e ko ew ê kontrolkirina navenda bajarê Efrînê rabigihîne.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê îro ketiye roja 57emîn. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di nav 3 rojên derbasbûyî de bêtirî 150 hezar welatiyên sivîl ji bajarê Efrînê koçber bûne.
Serokomarê Tirkiyê herwiha ne bi awayekî rasterast careke din rexne li Amerîkayê jî girt û got, YPG bi piştgiriya Amerîkayê li dijî Tirkiyê amedekariya şerekî mezin kiriye.
Erdogan bi armanca beşdariya di kongireya şaxa AK-Partiyê bibe serdana bajarê Mêrdînê kir. Piştî Mêrdînê çû Diyarbekirê.