Erdogan ji Sezgîn Tanrikulu re: Qaşo parlamenter e lê ji terorîstan xirabtir e

.

Serokkomarê Tirkiyeyê ji parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu re got, “Qaşo parlamenter e lê ji terorîstan xirabtir e.”

Nîqaşên li ser gotinên parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu berdewam in ku ji ber çend gotinên wî yên li dijî artêşa Tirkiyeyê lêpirsîn li ser wî hate destpêkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di merasîma peşkavêtina diyarkirina qaymeqamên serdema 108emîn de carake din Tanrikulu kir armanc.

“Çawa dikare heqaretê bike”

Erdogan amaje bi gotinên Sezgîn Tanrikulu yên li ser artêşa Tirkiyeyê da û got:

“Qaşo parlamenter e lê ji terorîstan xirabtir e. Çawa dikare  heqaretê li leşkerê min bike û çawa gotinên wiha jê re dibêje.

Operasyonên serkeftî yên Hêzên Çekdar ên Tirk ên li Gabarê wan aciz dikin.

Dê dewlet bersiva vî kesî bide ku qaşo qarlamenter e lê dişibe terorîstan. ”

Parlamenter Sezgîn Tanrikulu roja înê bi telefonê beşdarî bernameyeke televîzyonî bû û artêşa Tirkiyeyê tohmetbar kir.

Tohmet ew bû ku artêşa Tirkiyeyê 15 welatiyên ji Ameda Bakurê Kurdistanê ji helîkopterê avêtine û çendîn tawanên din li hemberî Kurdan kirine.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê roja şemiyê li ser Sezgin Tanrikulu bi tohmeta heqareta li gelê Tirkiyeyê, Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê û handana kîn û dijminkariyê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Daxwaza lêpirsînê ya serdozgeriyê ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê ve hatibû qebûlkirin.

Ev çend roj in li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nîqaşeke zêde li ser gotinên parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgin Tanrikulu heye.

Bi taybetî aliyên hikûmetê û nijadperst ji ber van gotinan Tanrikulu dikin armanc.

Kurdistan Haberleri

Mangirtina gîştî bi hilkefta 25ê Xermanan, li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûye
Mistefa Hicrî: Heta gihîştin bi armancên bilind ên Şehîdan, Kurdistan çeperek avedan û liserpêsekinî ye
Êrişî Kampa Mexmûrê hat kirin
Jîna çû lê 'Jin, Jiyan, Azadî' ma
Li Kopenhaginê , bi organîzasyona PDK-Îranê, du semînerên bi wate