Erdogan ligel Serokê Huda-Parê civiya

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (Huda-Par) Zekeriya Yapicioglu îro ligel Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî.

Hevdîtina Serokê Giştî Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Qesra Kulliyê seat 18.30ê pêkhat û nêzîkî seatekê berdewam kir.

 

Li gor ajansa Îlkhayê ya nêzîk Huda-Parê di hevdîtinê de îtifaqên hilbijartinên 24ê Hezîranê hatine gotûbêjkirin.

 

Ev hevdîtin di demekê de ye ku piştî îtiraza Huda-Parê Lijneya Bilinda Hilbijartinên Tirkiyê 24ê Hezarîna ragihane ku Huda-Par dikare tevlî herdu hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê û serokomariya wî welatî bibin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin